TUIK: Li Tirkiyê rêjeya bêkariyê zêde bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, rêjeya bêkariyê di meha Cotmehê de li gor meha Îlonê %0.1 zêde bûye û gihiştiye %10.2.

TUIKê amarên bêkariyê yên Cotmeha 2022ê eşkere kirin. Li gor amaran hejmara bêkarên ku temenê wan 15 sal û jortir e, di Cotmeha 2022ê de li gor meha Îlonê 57 hezar kes zêde bûye û hejmara bêkaran bûye 3 milyon û 534 hezar kes.

Di heman mehê de rêjeya bêkariyê di nav ciwanan de ku temenê wan di navbera 15-24an de ye %1.8 zêde bûye û gihiştiye %21.9.

Li gor amarên TUIKê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di meha Cotmehê de hejmara kesên dixebitin 229 hezar kes zêde bûne û bûye 31 milyon û 200 hezar kes.

Herwiha rêjeya bêkaran li gor meha Cotmeha sala 2021ê jî %1 kêm bûye.