Benzîn dîsa hat bihakirin: ‘Em dê li keran siwar bibin!’

Hewlêr (Rûdaw) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê careke din benzîn hat bihakirin.

Xelk ji bihakirina berdewam a sotemeniyê nerazî ye.

Li benzînxaneyeke bajarê Osmaniyeyê bihakirina rojane ya nirxên sotemeniyê welatî bêzar kiriye.

Welatiyê ji Osmaniyeyê li ser bihakirinê got:

“Nirxê sotemeniyê hatiye bihakirin.

Em otomobîlên xwe bifiroşin û li ker û ajelan siwar bibin û vegerin demên berê.”

Roja pêncşemê benzîn 64 kuruşan û roja înê mazot jî 77 quruşan hat bihakirin.

Piştî bihabûnên nû li Stenbolê nirxê lîtreyeke benzîne bû 43 lîre û 69 kuruşên Tirkî û nirxê lîtreyeke mazotê jî gihişt 43 lîre û 52 kuruşan.

Şofêrekî li ser bihabûna nerazîbûna xwe anî ziman:

“Karûbarê me li ser mazotê ye.

Em êdî nikarin nanê xwe derxin û derkevin karê xwe.

Karê ku em dikin diçe xerciya mazotê.”

“Divê em niha çi bikin?”

Bihabûnên di nirxên mazot û benzînê de herî zêde jî bandorê li cotkaran dike.

Cotkarekî diyar kir ku heger wiha berdewam bike ew dê dest ji kar berdin û da zanîn:

“Em cotkar in. Genim filan diçînin lê ew jî pere nake.

Mazot tê bihakirin, divê em niha çi bikin?

Eger wiha biçe em dê dest jê berdin û karekî din bikin.

Cotkarî di vê rewşê de nemaye.”

Li parêzgehên Bakurê Kurdistanê sotemenî li gorî bajarên Tirkiyeyê bihatir e.

Wekî mînak li benzînxaneyên Amedê lîtreyeke benzînê bi 45 lîre û 10 kuruşan û lîtreyeke mazotê jî bi 45 lîre û 3 kuruşan e.