Xerca derketina derve diyar bû: Îro dest pê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê xerca derketina derveyî welat ji 150 lîreyî bû 500 lîre.

Li gor guhertinên ku di yasaya bacê de hatine kirin, welatiyên Tirkiyeyê neçar in di dema derketina derveyî welat de pereyê derketinê bidin.

Li gorî biryarê, divê kesên ku derkevin ji demjimêr 00:00ê 12ê Tebaxa û pê ve 500 lîreyî bidin.

Berê xerca derketina derve 150 lîre bû lê ji niha û bi şûn dê 500 lîre be û ev jî te wateya ku xercên pûlan ji sedî 233 hatine zêdekirin.

Her çiqasî partiyên mixalefetê li dijî biryarê bin jî biryar li parlementoyê hat qebûlkirin.

Xerciya derketina derve berê 50 lîre bû lê herî dawiyê Adara 2022yan bi biryara Serokkomariya Tirkiyeyê bûbû 150 lîre.