Mazot careke din biha dibe

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê mazot îro piştî nîvê şevê careke din biha dibe.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê îro 1,34 lîre tên ser mazotê û lîtreya mazotê li Amedê 42 lîreyan derbas dike.

Piştî vê zema nû, lîtreya mazotê li Stenbolê dibe 40,61 lîre, li Enqereyê dibe 41,60 lîre û li Îzmîrê jî dibe 41,95 lîre.

Lîtreya mazotê Li Ameda Bakurê Kurdistanê jî dibe 42,57 lîre.

Bihayê nû yê mazotê berî cejnê dê bandoreke xirab li wan welatiyan bike ku dê dest bi rêwitiyê dikin.

Herwiha ji ber bihabûna mazotê xerciyên sektora veguhastinê jî gelekî zêde dibin.