Li Rihayê karkerên 4 şirketan dest bi çalakiyê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, karkerên 4 kompanyayan ji ber şert û mercên giran û mûçeyê kêm dest bi çalakiyê kir û wan karê xwe rawestand.
Li parêzgeha Rihayê bi sedan karkerên ku di projeyeke santrala enerjiyê ya rojê de dixebitin, ji ber şert û mercên giran ên kar û mûçeyê kêm dest bi çalakiya rawestandina kar kir.
Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê karkerên ku li kompanyayên Kalyon, Înojen, Egzim û Realê dixebitin ji bo başkirina mûçeyên xwe li ber santralê kom bûn.
Bi sedan karkeran xwest ku şert û mercên wan ên kar bên başkirin.
Karker dibêjin, li Tirkiyeyê rewşa aborî her roj dijwartir dibe û mûçeyê ku distînin têra debara wan nake û ji ber enflasyona zêde û xerciyên jiyanê divê mûçeyên wan jî bên zêdekirin.
Karkeran her wiha bal kişand ser wê yekê, tevî ku bi rojan e ew pirsgirêkên xwe tînin ziman jî heta niha ti berpirsên wan kompanyayan bi wan re hevdîtin nekiriye û derbarê nerazîbûnên wan ti daxuyaniyên fermî nedane.