Dolar rekoreke nû tomar kir: 30 lîre derbas kir

Hewlêr (Rûdaw) - Dolarê Amerîkî li hemberî lîreyê Tirkî rekoreke nû tomar kir û gihişt 30,10 lîreyan.

Daketina nirxê lîreyê Tirkî li hemberî dolar û diravên biyanî berdewam e û îro dolarekî Amerîkî gihişt 30,10 lîreyan.

Îro bi vekirina borse û bazarên Tirkiyeyê re lîreyê Tirkî li hemberî diravên biyanî careke din bihayê xwe ji dest da.

Li bazarê her dolarekî Amerîkî gihişt 30,10 lîreyan. Euro jî bi 32,98 lîreyên Tirkî ye.

Dolar di dîrokê de cara yekem 30 lîreyî derbas dike.