KURDISTAN – Salane 277 milyon dolar rûnê otomobîlan tê hawirdekirin
Hewlêr (Rûdaw) – Li gor daneyên Wezareta Pîşesazî û Bazirganiyê ya Herêma Kurdistanê salane Herêma Kurdistanê bi bihayê 277 milyon dolar rûnê otomobîlan hawirde dike.
Par li tevahiya Iraqê, li gor daneyên Rêveberiya Plandanînê li Wezareta Pîşesazî û Bazirganiyê ya Herêma Kurdistanê, bi bihayê 689 milyon û 421 hezar dolar, yek milyon û 103 ton rûne otomobîlan hate hinardekirin û jê wê rêjeyê ji sedî 35 li Herêma Kurdistanê hate xerckirin. Li Kurdistanê bi bihayê 277 milyon û 480 hezar dolar, 387 hezar û 955 lître rûn hate bikaranîn.
Derbarê mijarê de Rêvebirê Asya Oilê Fazil Mihemed Emîn ji Rûdawê re got: “Li gor lêkolînên me, li Kurdistanê salane pêwîstî bi 600 ton rûnê otomobîlan heye. Pêwîstiya rûnê otomobîlan ji sedî 65-70 tê hawirdekirin. Li Iraqê jî ji sedî 90 tê hawirdekirin.”
Fazil Mihemed Emîn diyar kir ku li Herêma Kurdistanê xwediyên otomobîlan, piranî rûnê qalîteya wan bilind, bikar tînin û got: “Tonek rûnê otomobîlên ên bo Kurdistanê têne hawirdekirin nirxê wan di navbera 1300-1400 dolaran de tê guhertin. Tevî xerciyên veguhestin û gumrîkê salane nêzîkî 550 milyon dolar rûnê otomobîlan tê hinardekirin.”
Li Kurdistanê milyonek û 683 hezar wesayît hene
Li gor daneyên Rêveberiya Trafîka Herêma Kurdistanê heta 31ê Tîrmeha 2019an milyonek û 683 hezar û 950 wesayît hatine tomarkirin.
Ji bo 4 hezar jeneretorên li navêndên bajaran, stasyonên hilberîna elektirîkê û kelûpelên li kargeha jî rûnê otomobîlan tê bikaranîn.
Li gor daneyên Rêveberiya Pîşesaziya Giştî, li Herêma Kurdistanê 16 kargehên hilberîna rûn hene û sê ji wan niha girtine. Ji 13 kargehên din jî 6 kargeh ji Îran û Iraqê rûnê xav hawirde dike û piştî çêkirinê belav dikin. Beşek ji rûnê li Kurdistanê tê hilberîn bo welatên weke Sûriye, Lubnan, Filîstin û welatên Efrîkayê têne hinardekirin.
Hinek kargehên Kurdistanê, rûnê hate bikaranîn piştî parzûnkirinê dîsa bo bazarê dişînin. Asya Oil ku du kargehên wê yên hilberînê li Silêmaniyê hene, rûnê hate bikaranîn piştî parzûnkirinê dîsa dişîne bazarê.
Fazil Mihemed Emîn dibêje: “Qebareya kargeha me 1000-1200 ton rûn e. Rûnê em çêdikin û rûnê tê hawirdekirin qalîteya wan wekhev e.”
Bazara rûnê xwecihî kêm e
Emîn da zanîn ku ji bo rûnê tê hawirdekirin erzan e, bzara rûnê li Kurdistanê tê hilberîn lawaz e, lê rûnê zêde bo Iraq, Lubnan, Filîstin û hinek welatên Afrîkayê tê hinardekirin.
Li gor daneyan, bazirgan ji 17 welatên cuda rûn hinarde dikin. Rûnê otomobîlan herî zêde ji Îran tê hinardekirin, li pey Îranê jî Îmarat û Tirkiye tê. Herwiha ji welatên weke Brîtanya, Fransa, Almanya, Amerîka, Spanya, Îtalya, Çîn, Koreya Başûr, Bulgaristan, Polonya, Taywan û Yunanistan rûn tê hinardekirin.
Binkeya kompaniya Toyotayê Cîhan Motors, li gor asta xwestekê ji Îmaratê salane 600 ton rûnê otomobîla hinarde dike. Cîhan Motors niha rûnê otomobîlan jî diguhere.
Rêvebirê Cîhan Motorsê Huner Ebdullatîf dibêje: “Em di xwazin di warî guhertina rûn û hawirdekirina rûn de xizmeteke baş pêşkeşî xelkê bikin. Divê li ser qalîteya rûnê li bazarê were kirin, çimkî li ser hinek rûnan mişterî giliyan dikin. Li Herêma Kurdistanê bi sedan kargehên ku rûnê otomobîlan diguhere hene, lê beşeke kêm ji wan karê xwe bi awayekî profesyonel dike. Eger rûnê qalîteya wî xirab were bikaranîn dê zerarê bide otomobîlan.”
Li bazara 70 coreyên cuda yên rûn hene
Hosteyê guhertina rûn Seyîd Rafî Qasim diyar kir ku li bajarê 70 coreyên cuda yên rûn hene û li gor qalîteya wan nirxê litreyekê di di navbera 2-15 dînaran de tê guhertin.
Seyîd Rafî Qasim da zanîn ku 15 core ji welatên weke Almanya, Amerîka, Hollanda û Îmaratê têne hawirdekirin.
Qasim dibêje: “Ji bo hinardekirina rûn ti astengî nîne. Bi merca ku binke li Kurdistanê nebe, eger em bixwazin kijan rûn hinarde bikinazad in. Em piranî ji Almanya û Hollandayê rûn hinarde dikin.”
Kompaniyên xwecihî, ji bo zêdekirina hilberînê daxwaz ji Hikûmeta Kurdistanê dikin ku baca li ser hawirdekirinê zêde bikin.