Amed (Rûdaw) - Ji ber qeyrana aborî û rêkdarên danhev ango teserûfê wek li hemû Tirkiyeyê li bajarê Amedê jî xebat û projeyên şaredariyên Amedê yên qeyûmkirî jî hatine ber asta rawestandinê
Qeyûmên bajarê Amedê yên ku di Mijdara sala 2016 an de hatine ser kar, bi derfetên hikumetê çi bi cîbicîkirina projeyên şaredariyên DBPê û çi jî bi projeyên nû bi hûr û gir heta niha 174 ihaleyên projeyan cîbicî kirine; herwiha projeyên ku hîn dumahîk lê nehahatine jî têne meşandin; lê ji ber qeyrana aborî projeyên mezên ên ku bi qewl û belênên mezin di asta serokomarî û serokwezîriyê de di salên 2016 û 2017an de wek mizgînî ji xelkên Amedê re hatibûne eşkerekirin, hatine rawestandin
AK Partî ango partiya deshilatdar xebatên qeyûman di hilbijartinan de ji bo ku dengên HDPê ber bi xwe vegerîne, gelek girîng dîbîne; lê ji ber rêkarên (tedbîrên) danheviyê bi dawî lê anîna projeyên xizmetguzariyê û bi kêmkirina bûdceya şaredariyan a bi rêjeya % 30 ew proje têne paşxistin.
Serokê Jûra Avahîsazên Amedê ji Rûdawê re dibêje, ku nêzî 100 kompanyayên ihalegir ji ber ku pareyên xwe ji şaredariyên nikarin werbigirin karên xwe an rawestandine an jî giran dimeşînin.
Serokê Jûra Avahîsazên Amedê, Şerefxan Aydin dibêje: "Ji ber qeyrana aborî gelek projeyên wan nijha an nîvçe mane an jî hatine rawestandin, ji ber ku nikarin pareyên fîrmayan bidine wan, karsazan dev ji kar berdane, bi ya me, wê ev qeyran kûrtir bibe."
Serokê Şaxa Amedê ya AK Partiyê, Suleyman Serdar Bûdak jî dide xuyakirin, ku qeyûman xizmetguzariya ku di 20 salan de li bajarê Amedê nehatiye kirin, di 2 salan de kirine û dê projeyên nîvî mane bihêne temamkirin.
Herwiha Bûdak amaje bi wê yekê dike, ku ev xizmetguzarî tenê bi bûdceya ku ji aliyê Banka Bajêran ve ji şaredariyan re tê veqetandin hatine kirin, ango pareyên ku ji Şaredariyên DBPê re dihata dabeşkirin û ji qeyûman re tê dabeşkirin heman pare ye.
Suleyman Serdar Bûdak tekez dike: "Projeyên me yên ku berdewam dikin têne meşandin kêmasî di wan de nîne; lê hîn projeyên me yên ku hatibûne eşkere kirin û xîmên wan heta niha nehatine avêtin hatine paşxistin, ji ber ku di çarçoveya rekarên teserrûfê de butçeya şaredariyan % 30 hatiye kêmkirin."
Lijnya Wezîran a Tirkiyeyê di sala 2016 an de bi hinceta ku şaredarên DBPê butçe alav û derfetên şaredariyan di karê palpiştiya PKKê de bi kar tînin bi biryarnameyên di erka qanûnê de 94 qeyûman li ser şaredariyên DBPê bi cîh kiribû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse