Hewlêr (Rûdaw)- Rêveberiya Giştî ya Bax û Daristanan li Herêma Kurdistanê ragihand ku, li Kurdistanê xwastek mezin li ser şitlên bêhempa û gulên sirûştî heye, lewma sal bi sal anîna wan ji welatên din zêdetir dibe.
Li gorî amarên Rêveberiya Giştî yê Bax û Daristanan tenê par 7 milyon û 218 hezar şitil û gulên siruştî ji derve hatine. Herwiha di 6 mehên yekem ên vê salê de jî nêzîkî 2 milyon û 735 hezar şitil û gul hatine Kurdistanê.
Rêveberê Giştî yê Bax û Daristanan li Herêma Kurdistanê Husên Heme Kerîm ragihand: "Ji ber daxwaza zêde li ser gulên siruştî û şitlan, sal bi sal anîna wan ji derve zêde dibe."
Wezareta Çandiniyê û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwedî 25 bexçeyên şitil û gulan hene, ku salê zêdetirî 5 milyon şitil berhema wan e.
Heme Kerîm wiha got: “Salên çû bexçên şitlan ên xelkê ne pêşketî bûn ku karibin gulan rasterast ji derve bînin û bifroşin xelkê, lewma ji bo peydakirina daxwaza xelkê me giringî da berhemanîna wan gul û şitlan û niha berhemên me baş in, lê niha sektora taybet pêş ketiye û bi sedan bexçe û cihên gulan hatine vekirin.”
6 milyar dînar bo gul û şitlan
Ji ber lawaziya bexçên hikûmî ji aliyê berhemanînê ve, salane gellek pere ji Herêma Kurdistanê diçin derve. Li gorî zabyariyên Rûdawê tenê di 6 mehên borî de bi qasî 6 milyar û 200 milyon dînaran şitilên daran hatine Kurdistanê.
Kurd gihîştine borsaya Holendayê
Wek çawa borseya petrol û zêr û dolaran heye, li welatekî mîna Holenda, ku wek welatê gulan tê naskirin, borsaya firoştina gulan heye. Piraniya welatên ku gul û şitlan berhem tînin, berhemên wan di wê borseyê de tên pêşandan, ku şirketên Kurdistanê jî di borseya gul û şitlan de beşdar dibin.
Xwediyê şirketa Rona Flawer bo bazirganiya gul û şitlên daran Îbrahîm Zudhdî ragihand: “Li Herêma Kurdistanê daxwazeke mezin li berhemêm me heye, herwiha em dibînin roj bi roj ku daxwaz li ser wan zêdetir dibe. Tevî vê kirîza aborî, par me 150 hezar şitlên daran firoştine. Îsal jî me 325 hezar şitil ji derve anîne û me piraniya wan firoştine, em pêşbînî dikin heta dawiya sale 600 hezaran bifroşin.”
Zeytûna pîr
Li bajarê Hewlêrê nêzîkî 50 bexçên sektora taybet hene, ku şitlên daran û gulên sirûştî tê de bi tek û kom difroşin.
Xwediyê bexçeyekê bi navê Sedredîn Bekir ragihand: “Em salane zêdetirî 40 hezar şitlan dixin bazarê de. Daxwazeke mezin li Hewlêrê li ser şitlên bêhempa ên daran û gulan heye. Darek zeytûnê li cem min heye ku temenê wê 800 sal e.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse