Li Meletiyê çinîna gilyazên tescîlkirî dest pê kir
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çirmikê ya Meletiyê çinîna gilyazên xwedî tescîla nîşana cografîk dest pê kir.
Qaymeqamê Çirmikê Kutsal Baytak jî beşdarî çinînê bû û got:
“Erdheja 6ê sibatê bandoreke neyînî li hilberîna mişmiş û gilyazan kir lê dîsa jî em îsal di herdu berheman de li hêviya berekî baş in.”
Kutsal Baytak hêviya berekî baş ji cotkaran re xwest û destnîşan kir ku ew dê ji bo zêdekirina hilberîna gilyazan alîkariyê bidin cotkaran.
Serokê Odeya Çandiniyê ya Çirmikê Dogan Solmaz jî anî ziman ku îsal qelîteya gilyazan gelekî baş e û di hilberînê de gihiştine qebareya hinartine.
Solmaz got, "Gilyaz ji deverên zinar hez dike ji ber vê aromeya wê dewlemend e."