Ji ber bihabûna kelûpelan xelk nikarin biçin bêhnvedanê

Stenbol (Rûdaw) - Li Tirkiyê bi hatina havîn û bi nêzîkbûna Cejna Qurbanê liv û tevgerdariya betlaneyê jî dest pê dike. Lê li beramberî dolarê Amerîkî daketina nirxê lîreyê Tirkî û enflasyona bilind welatiyan dixe tengasiyê. Her wiha nirxê otel, xwarin, vexwarin, sotemenî û kelûpelan zêde dibin.

Li gorî lêkolînekê, bes ji sedî 36ê xebatkaran dikarin budçeyekê piçûk bi qasî ji sedî 6 heta 10 ji bo betlaneya xwe veqetînin. Beşek welatiyên Tirkiyê jixwe ji ber bihabûn û dahata kêm qet nikarin biçin betlaneyê.

Piraniya welatiyan jî nikarin li welatekê din biçin betlaneyê. Beşek welatî jî ji ber giranbûna cihê mayînê betlaneya xwe di kampa çadiran de derbas dikin

Li Tirkiyê bi hatina havîn û Cejna Qurbanê karûbarên bêhnvedanê dest pê dikin. Lê daketina lîreyê Tirkî û enflasyona bilind welatiyan dixe tengasiyê.

Peyamnêrê Rûdawê li bajarê Enqerê ji welatiyan pirsî “Tu dikarî bi rihetî plana betlaneya havînê bikî?”

Ajokar Îsmet Akmaz got: “Dolar her diçe bilind dibe, ka em dê çawa derkevin betlaneyê? Bi mûçeya 12 hezar lireyî ka mirov çawa dikarin betlane bike? Hûn dikarin betlane bikin? Dema me 5 hezar mûçe digrt, me rihetî dikaribû kirêya xwe bidaya û bi malbata xwe re jî derketa betlaneyê.”

Karkerê Înşaatê Ercan Ertekin jî got: “Berê dema em 2-3 meh dixebitîn me dikaribû me bi malbata xwe re 10-15 rojan betlane bikira. Lê îsal mesela ez tim xebitîm lê min qet betlane nekir. Niha qet çavê min nabire ku ez bi malbata xwe re derkevim betlaneyê. Lewra 10 hezar an 20 hezar lire jî têr nake êdî. Her dolarek Amerîkî ji 23 lireyê Tirkî derbas kiriye Nirxê otel, xwarin, vexwarin, sotemenî û kelûpelan zêde dibin.”

Di bersiva xwe de xwendekar Sema Ozalp jî got: “Ez dê vê havînê li ezmûna KPSSê bixebitim. Lewra lazim e tayîna me çêbibe. Lê jixwe ji bo betlaneyê dê budçeya min têr neke. Jixwe ez xwendekar im û malbata min li min dinêre.”

Malnişîn Salih Kaya jî dibêje: “Ez 54 salî me û ez tim xebitî me, lê min hêj di emrê xwe de qet betlane nekiriye. Mirovek malnişîn ka çawa derkeve betlaneyê? Helbet ji ber bêperebûnê em nikarin derkevin betlaneyê. Em nikarin biçin gundê xwe em ê çawa biçin betlaneyê!”

Beşek welatiyên Tirkiyê ji ber bihabûnê qet nikarin biçin bêhnvedanê. Piraniya welatiyan jî nikarin li welatekê din biçin betlaneyê. Beşek welatî betlaneya xwe di kampa çadiran de derbas dikin. Ji bo liv û tevgera geştyariyê zêde bibe, bêhnvedana cejnê bû 9 roj.