Hejmara zarokên karker gihîştiye lûtkeyeke metirsîdar

Hewlêr (Rûdaw) Li ser rûyê cîhanê bi milyonan zarok di temenê xwe yê biçûk de neçar dimînin ku dev ji dibistan û perwerdeyê berdin û kar bikin. Ji ber qeyranên siyasî û aborî li cîhanê hejmara zarokên karker gihîştiye lûtkeyeke metirsîdar.

Li gor amarên Rêxistina Kar ya Cîhanî bi giştî li cîhanê 218 milyon zarok neçar mane kar bikin. Her wiha li Tirkiyê jî hejmara karkerên zarok ji 700 hezar kes derbas bûye.

Wezareta Kar ya Tirkiyê xebatek daye destpêkirin da ku xwe bigihîne wan lê hejmar her roj zêdetir dibe û her ku diçe neçariya karkirinê li gelek zarokên nû jî dibe bar.

Yûsifê ku temenê wî 14 ye tevî birayê xwe Baran ku ew jî ketiye 18 saliya xwe beriya salên dirêj ji Bitlîsê barkirine û hatine Stenbolê. Lê piştî ku hatine jî vê carê Stenbol li wan bû ye bar. Herdû jî neçar mane dest ji dibistanên xwe berdin û alîkariya debara malbatê bikin. Yûsif heftane bi 300 lîre û Baran jî bi 700 lîre li tamîrxaneya apê xwe dişuxulin. Dibistan û xeyalên din ji bo wan lû dû ma ne û ew neçar in berdewam kar bikin da barê xwe û malbata xwe sivik bikin.

Yûsif Kiliçaslan diyar kir ku wî ji ber nebûna derfetan di temenekî biçûk de dest bi xebatê kiriye û anî ziman, “Ji ber nebûna derfetan min dibistan berda. Bavê min ji hêla madî û manevî ve di tengasiyê de bû. Hinek bêriya dibistanê dikim. Min heta pola 9an xwend û niha ji derve ve dixwînim. Ez 14 salî me û zêdeyî salekê ye li vir dixebitim.”

Baran Kiliçaslan behsa destpêka kar û xebata xwe kir û got, “Di pola 12mîn de ji ber nebûna derfetan min dibistan berda û ez hatim vir. Vî karî bi hezkirin dikim. Ji roja ku ez xwe nasdikim ve ez dihatim vir û li cem apê xwe fêr dibûm. Niha jî tevî birayê xwe bo ku alîkariya malbata xwe ya aborî bikim dixebitim. Di pêşerojê de jî înşala em ê kargeha xwe vekin.”

Li gorî amarên ku UNICEF û Rêxistina Kar ya cîhanî belav dikin, hejmara karkerên zarok piştî 20 salan careke din destpêkiriye zêde bibe û bigihîje asteke metirsîdar. Li gor Rêxistina Kar Ya Cîhanî di halê hazir de li cîhanê 160 milyon zarok di heman demê de karker in. Beşeke zêde ji wan jî di karên xetere de dixebitin. Tirkiye jî li cîhanê yek ji wan welatan e ku hejmara karkerên zarok lê gelekî zêde ye.

Yilmaz Biricik got, “Ez ji Zara ya Sêwazê me û du sal in vî karî dikim. Min dibistan berda û niha ji derve ve dixwînim. Xeyala min jî ew e ez bibim hosteyê rektefeyê û kargeha xwe vekim. Mezintirîn xeyala min ew e.”

Li gorî Wezareta Kar ya Tirkiyê hejmara zarokên ku li nava Tirkiyê karker in 720 hezar e. Lê li gor saziyên medenî hejmar ji milyonekî derbas bûye. Ew zarokên ku neçar in kar bikin ji hemû mafên perwerde û zarokatiyê jî bêpar dimînin.

Navenda Mafên Zarokan ya Baroya Stenbolê Parêzer Firat Çîçek anî ziman, “Mixabin li Tirkiye pêşiya wê yekê vekiriye ku zarok bibin karker. Ji ber ku li gor qanûnan zarokên mezintir ji 15 saliyê dikarin kar bikin û tu rêgiriyek nîn e. Li hêla din polîtîkayeke rêgir û goncav nîn e.  Herwiha qeyrana aborî jî sedemeke nû ye ku hejmar zêde bibe. Hatina koçberan jî hejmarê digihîne asoyek berz.”

Li gor amarên navdewletî hejmara zêde ya zarokên karker li qadên cotkariyê kar dikin. Pişt re jî pîşesazî û avadanî tê. Niha li cîhanê ji deh zarokan yek kerkeriyê dike û neçar e debara xwe dabîn bike. Wezareta Tirkiye jî xebatek daye destpêkirin bo rêgiriya vê rastiyê. Lê qeyrana aborî weke lêhiyekê qefleyên nû ên zarokan diherikîne qadên karkirinê.