Dolar û euro rekorên xwe nûjen dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Dolarê Amerîkî 32 lîreyê Tirkî derbas kir û euroyek jî bû 35 lîre.

Daketina bihayê lîreyê Tirkî ya li beramberî pereyên biyanî berdewam dike.

Îro di yekem roja hefteyê de bi vebûna bazarên Tirkiyeyê re, lîreyê Tirkî li hemberî dolar zêdetir daket û gihişt 32 lîreyan.

Dolar di dîrokê de cara yekem 32 lîre derbas kir û euro jî li hemberî lîreyê Tirkî gihişt 35 lîreyan.

Tevî ku rêveberiya nû ya aboriyê ya Tirkiyeyê piştî hilbijartinên 14ê Gulana 2023yan rêjeya faîzê ji sedî 8,5an kir ji sedî 45 jî lîreyê Tirkî her bêqîmet dibe enflasyon bi berdewamî zêde dibe.