Hikûmeta Tirkiyê hewl dide bihayê fêkî û şînkahiyan erzan bike

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Tirkiyê soz daye, hinek tedbîran werbigire bo erzankirina bihayê fêkî û şînkahiyan, ku di sala derbasbûyî de bihayê wan bilind bûbû û herwiha bûbû sedema bilindbûna rêjeya enflasyonê li wî welatî.

 

Hikûmeta Tirkiyê biryar daye, bi rêya parêzgehan cihê bikom ê firotina fêkî û şînkahiyan deyne û rasterast berhemê çandiniyê bigihîne destê welatiyan.

 

Wezîrê Xezîne û Darayî yê Tirkiyê, Berat Albayrak di vê derbarê de ragihandiye ku hikûmetê planeke bihêz bo kontrolkirina bihayê fêkî û şînkahiyan daniye.

 

Albayrak herwiha daye xuyakirin, Banka Ziraetê ku bankeke hikûmî ye, biryar daye deynan bide cotkar û xwediyên xaniyên plastîkî, daku asta berhemanîna berhemên xwe yên çandiniyê bilind bikin.

 

Herwiha li Stenbolê niha hikûmeta Tirkiyê dest bi destnîşankirina dehan cihê froştina fêkî û şînkahiyan kiriye.