Dolarekî Amerîkî gihişt 30 lîreyên Tirkî

Hewlêr (Rûdaw) - Dolarê Amerîkî li hemberî lîreyê Tirkî rekoreke nû tomar kir û gihişt 30 lîreyî.

Lîreyê Tirkî li hemberî dolar û diravên biyanî her ku diçe bêqîmettir dibe.

Îro bi vekirina borse û bazarên Tirkiyeyê re lîreyê Tirkî careke din bihayê xwe ji dest da.

Li bazarê dolarekî Amerîkî gihişt 30,07 lîreyan û euro jî gihişt 33,09 lîreyan.

Bank of Americayê pêşbînî kiribû ku heta dawiya sala 2023yan dolar li hemberî lîreyê Tirkî bigihêje 30 lîreyî.

Bankaya Navendî ya Tirkiyeyê jî pêşbînî kiribû ku bihayê dolar heta dawiya 2023yan bigihêje 30 lîreyî.

Îro ew yek çêbû û bihayê dolarekî Amerîkî 30 lîreyên Tirkî derbas kir.

Lîreyê Tirkî sala 2023yan li hemberî dolar bihayê xwe ji sedî 35 ji dest da.