Şemsedîn Bozkurt: Em dixwazin berê geştyarên Başûrê Kurdistanê bidin Wanê

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê berê yê Komeleya Karsazên Pîşesazên Organîze ya Wanê Şemsettîn Bozkurt ragihand ku ew nixwazin geştyarên Başûrê Kurdistanê herin bajarên rojavayê Tirkiyê, ew tim dixwazin têkilyên xwe ligel Başûrê Kurdistanê xurt bikin û potansiyela Wanê li Başûrê Kurdistanê jî bidin nasandin.

Deriyê Sînorî yê Kapikoy yê di navbera Tirkiye û Îranê de ev nêzikî salekê ye girtî ye. Dikandar û karsazên Wanê di rewşeke xerab de ne. Karsaz balê dikşînin ser xizanî û bêkariya li Wanê û rexneyê li girtina deriyê sînorê dikin ku gelekî ji bo xelkê Wanê girîng e.

Deriyê Kapikoyê ku di navbera navçeya Sêrê Wanê û bajarê Xoy ê Rojhilatê Kurdistanê de ye, ji meha Adara 2020an û vir de girtî ye. Girtina derî bandor li geştyariyê û gelek sektor û kesan kiriye.

Xelkê Wanê ji bo ku balê bikşînin ser vê rewşê, ev du roj in li ser medyaya civakî bi hashtaga “#KapıköyWan e, #Dikandar di tengasiyê de ne bila Kapikoy vebe) ” rayedarên hikûmet û dewletê jî etîket dikin û dinivisînin. Lê tu bersiv wernegirtine.

Serokê berê yê Komeleya Karsazên Pîşesazên Organîze ya Wanê Şemsettîn Bozkurt amaje bi wê yekê kir ku ti sedemek nîne  Deriyê Kapikoyê hate girtin û herwiha heta niha jî ji ti aliyekî di derbarê vê yekê de ti daxuyaniyekî nehate dayîn.

Li ser giringiya derî, Bozkurt diyar kir ku di nava 5 salan de hem ji bo tûrîzmê hem jî ji bo danûstendênê gelek weberhênên mezin hatine kirin.

Li gorî amran odeya esnafan nêzikî 130 hotel û 230 kafe û restorant vebûne û li van deran nêzikî 10 hezar ciwan kar dikin. 

Bozkurt ragihand ku di deriyê sînor yê Kapikoyê de sale nêzîkî 500 hezar kes ji Îranê dihatin û aboriya bajêr bi van geştyaran gelek bi hêz bibû.

Li ser pirsa xwedîlêderneketina derdora Wan û Gola Wanê, Bozkurt wiha got: “Ev nêrîna ku li Wanê tê nihartin bi temamî siyasî ye. Weberhênan nayên kirin ku dîroka Wanê derkeve rastê.”

Bozkurt herwiha gazind û rexne xwe ji bo geştyarên Başûrê Kurdistanê hebû li şûna bajarên Bakurê Kurdistanê diçin bajarên rojavayê Tirkiyê.

Di derbarê peywendiyên bi Herema Kurdistanê re Bozkurt amaje bi wê yekê kir ku heta beriya referandûma serxwebûnê têkiliyên wan bi Herêma Kurdistanê re xurt bûn û peywendiyên fermî Serokk Mesud Barzanî re jî hebûn,  lê piştî referandûmê ev yek kêm bûne û got: “Lê em her tim dixwazin têkilyên xwe xurt bikin û potansiyela Wanê li Başûrê Kurdistanê jî bidin nasandin.”