Şîrketên navxweyî daxwaz dikin hawirdekirina hesin were rawestandin

Zaxo (Rûdaw) - Beşek ji kargehên navxweyî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz dikin, ku hawirdekirina hesinên biyanî bidin rawestandin, lê bazirgan jî diyar dikin, ku eger hawirdekirina hesin were rawestandin, dê kargeh nikaribin pêwîstiya navxweyî dabîn bikin.

 

Di nav 3 mehan de her tonekê hesinê pîşesaziyê, ji 540 dolaran bo 700 dolaran bilind bû.

 

Biryar hatiye dayîn ku ji bo her toneke hesin, li şûna 13 dolaran, 98 dolar bac were standin û 16ê Cotmeha 2017an şûnde dê ev biryar were cîbicîkirin.

 

Beşek ji şîrketan di wê baweriyê de nîn in ku kargehên naxweyî bikarin pêwîstiya bazarê dabîn bikin.

 

Bazirganê bi navê Enes Mihemed ji Rûdawê re ragihand, ev biryara ku ji bo hesinê pîşesazî hatiye dayîn, pêşî dê bandorê li ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike, çimku ev mal dê biçe Îskenderûnê û ji wir jî bigihîje bendera Besrayê û eger bigihîje wê derê, dê bandora ewil li hikûmetê bike, ya duyem li me bazirganan bike û ya sêyem jî kargehên li Başûrê Kurdistanê dê nikaribin ji sedî 10ê vî malî bo Iraq û Kurdistanê derxin.

 

Hesin herî zêde ji Tirkiyê tên û zêdetirî 300 qebareyên cuda hesin li bazara Başûrê Kurdistanê û Iraqê hene.

 

Xwediyên kargehan daxwaz dikin ku baca hesin were zêdekirin û rêkarên gumrikê werin tundkirin, lê bazirgan li dijî vê yekê radiwestin û dibêjin, ku eger bi hesinê biyanî bazar germ nebe, dê pêwîstiya navxweyî neyê dabînkirin.