Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bêkarî zêde bû

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmara kesên bêkar meha nîsana îsal li gorî meha adarê, 275 hezar kes zêde bû û rêjeya bêkariyê di nav ciwanan de jî gihişt ji %25.6.

Saziya Amaran a Fermî ya Tirkiyê (TUIK) amarên bêkariyê li bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê aşkere kirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmara kesên bêkar bû 4 milyon û 511 hezar kes. Rêjeya kesên bêkar  di meha Nîsanê de li gorî meha Adarê ji sedî 0.9 bilind bû û bi vê yekê rêjeya bêkariyê jî bû ji sedî 13.9.

Li gorî amarên ji aliyê Saziya Daneyên Fermî TUIKê, di meha Nîsana îsal li gorî Meha Adarê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê rêje û hejmara bêkariyê zêde bûye.

Li gorî dawî amaran hejmara bêkaran gihişt 4 milyon û 511 hezar kesî û rêjeya bêkariyê jî ji sedî 13.9 e û tenê di nava mehekê de 275 hezar kes bêkar mane.

Li gorî amarên TUIKê rêjeya bêkariyê di nav ciwanan de (kesên di navbera temenê 15- 24 salî) di meha nîsanê de ji sedî 0.1 zêde bûye û rêjeya bêkariyê di nav ciwanan de bûye ji sedî 25.6.

Li gorî amaran di meha nîsanê de li gorî meha adarê di sektora çandinîyê (cotkarî û ajeldarî)  62 hezar kes, di sektora bînasaziyê de 9 hezar kes, di sektora pîşesaziyê de 212 hezar kes, di sektorên xizmetguzariyan de 52 hezar kesan karên xwe ji dest dane.