Wezîrê Xezîne û Darayî yê Tirkiyê pakêta reformê eşkere kir
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Xezîne û Darayî yê Tirkiyê Berat Albayrak pakêta reforman a ji bo welatê xwe eşkere kir û da zanîn ku di warê reforman da sektora fînansê dê sereke be.
Wezîrê Xezîne û Darayî yê Tirkiyê Berat Albayrak di çarçoveya Bernameya Nû ya Aboriyê de paketa “Pêngavên Veguherîn ên Binyadî” eşkere kir.
Berat Albayrak got ku di warê reforman de sektora fînansê dê sereke be û wiha pê de çû: “Di warê sektora fînansê de jî ji bona me dê sektora bankeyan sereke be. Em dê mijara konkordato û krediyan ji bo baş bibe û berjewendiyên her kesî tê de hebe gorî yasayan ji nû ve binirxînin. Çarçoveya yasayî ya nû, dê pêvajoya ji nû ve verastkirin û hîndekariyê leztir bike, şirketên ku qabiliyeta wan a dayîna deynan nemaye dê bi awayekî lez û bez zelilandina wan pêk bîne.”
Albayrak da zanîn ku bi pergalê ra nû re ew dê Reforma Tezmînata Qidemê jî têxin rewacê û got: “Em dê cardin li ser pergala teqawidiya takekesî ya mecbûrî ku dê rêjeya birînê li gorî qazanca welatiyên me were kifşkirin, rawestin.”
Wezîrê Xezîne û Darayî yê Tirkiyê destnîşan kir ku ji bo ku qada fînansal baştir bixebite ew dê hinek gavên berçav bavêjin û got: “Bi piştgiriya were dayîn di nav 4 salan de hejmara pez dê ji 47 milyonî derkeve 100 milyonî. Ji bona qalîteya çalak a sektora me baş bibe em hin gavan diavêjin. Em dixwazin Fona Milkan û Fona Sermayê ya Hewldana Vejenê ava bikin. Ji bo sîstema bacê ya bi dadmendî em dê rêjeya li gor dahatê zêde dibe pêk bînin."