Nirxê petrola brent 71 dolar derbas kir

Hewlêr (Rûdaw) – Bermîla petrol brent li bazarên navneteweyî bi 71,01 dolarî tê firotan. 

 

Îro her bermîleke petrola brent di seatên destpêkê yên rojê de bi nirxê  70,99 dolarî dest pê kirr û ji saet 09.24an pê ve nirxê vê ji sedî 0,02 bilind bû û bi nirxê 71,01 dolar kirin û firotin pê hat kirin.

 

Di heman demê de bermîla petrola xav a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 64,27 dolarî hat firotin. 

 

Bermîla petrol brent  duh di desêka rojê de bi nirxê 71,29 dolarî dest pê kiribû û di nava rojê de derketibû 71,53 dolarî

 

Pisporan diyar kir ku daxuyaniya Fona Navneteweyî ya Pere ya aboriya dinyayê dê ji pêşbîniyan hindiktir mezin bibe û herwiha fikarên jeopolîtîk ên ji ber pevçûnên li dorûberê paytextê Libyayê bajarê Trablusê, li ser bihayên petrolê zextê dikin.

 

Li Libyayê kontrola ji nîvî zêdetir a qadên ku rojane 1,1 milyon petrol lê tê hilberîn, di destê serkirdeyê hêzên leşkerî yên li rojhilatê Libyayê General Xelîfe Hafter de ne.