TUIK: Xerciya çêkirina avahiyan di nav salekê de %78 zêde bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Amaran a Tirkiyê ragihand di Çileya îsal de xerciya çêkirina avahiyan li gor sala borî bi rêjeya %78,52  û li gor meha Kanuna 2022an jî %15.32 zêde bûye.

Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) roja Înê 10 Adara 2023an amarên derbarê xerciya çêkirina avahiyan de eşkere kirin.

Li gor amarên TUIKê  di meha Çileya 2023an de xerciya çêkirina avahiyan di nav salekê bi rêjeya %78.52 zêde bûye.

Herwiha li gor Kanuna 2022an di nav mehekê de xerciya kelûpelên çêkirina avahiyan bi rêjeya %5.79, heqdestê karkeran bi rêjeya %47.79 zêde bûye.

Li gor sala borî jî xerciya kelûpelên çêkirina avahiyan %69.01 û heqdestê karkeran jî %106,95 zêde bûye.