Google ji ber sextekariya reklamên dijîtal tê darizandin
Hewlêr (Rûdaw) - Kompanyaya Googleyê di maweyê salekê de ev cara duyem e ji ber “sextekariya” reklamên dijîtal tê darizandin.
Îro 9ê Îlona 2024an li Dadgeha Federal a Amerîkayê Kompanyaya Googleyê ji ber sextekariyê dê were darizandin.
Hikûmeta Amerîkayê kompanyaya Googleyê bi nehiştina rikeberiyê tohmetbar dike.
Wezarata Dadê ya Amerîkayê doz li ser yek ji mezintirîn kompanyaya teknolojiyê vekiriye.
Li gorî gotina Wezareta Dadê ya Amerîkayê reklam di malpera nûçeyî jî de hatine belavkirin û ev yek jî bûye sedema kuştina ruhê rikaberiyê.
Wezareta Dadê ya Amerîkayê vê hewla Googleyê wekî saxtekariyê dihesibîne.
Wezareta Dadê ya Amerîkayê amaje bi wê yekê jî kiriye ku Google, ji ber hêza xwe ya aborî û mezin, her kompanyayeke ku dizane dê pêşbaziyê pê re bike dikire yan jî marjînalîze dike.
Li gorî Wezareta Dadê ya Amerîkayê Google wan aliyên ku dixwazin reklamê bikin neçar dike ku tenê teknolojiya Googleyê ji bo reklamê bikar bînin.
Li aliyê din Googleyê hemû îdia red kirin.
Dadgehkirina Google li Dadgeha Federal a Washingtonê wekî rûniştineke girîng û dîrokî tê hesibandin.
Lewre ev yek dikare bandorek mezin li ser reklamên dîjîtal ên teknolojiyê bike.
Meha borî jî dadgeheke din a Amerîkayê Google bi sextekarî û neqanûniyê tohmetbar kiribû.
Doza îro ji aliyê Wezareta Dadê ya Amerîkayê û çend eyaletan ve li dijî beşa Reklama Dîjîtal a Googleyê hat vekirin.
Doz li ser wê yekê ye ku Google di warê reklamê de çend tedbîr standine û li cihanê ti kompanyayeke dijîtal nikarin pê re rikeberiyê bikin.
Li Amerîkayê gelek yasa li ser bazar û rikeberiyê hene. Yasaya Dij-Monopolyê ya 1890an, Yasaya Clayton ya 1914an û Yasaya Komîsyona Bazirganiyê ya Federal a 1914an rê li ber sextekarî û yekdesteyîbûnê digirin.
Serweriya di lêgerîna înternetê de
Li Amerîkayê û piraniya deverên din ên cîhanê, Google ji sedî 90ê lêgerîna înternetê kontrol dike.
Hikûmeta Amerîkayê ragihandiye Google ev yek bi rêya kompanyayên din dike.
Wekî mînak, ew pereyan dide Apple ku Google Searchê bîne ser rûpela sereke ya telefon û cîhazên xwe û dema ku bikarhênerek li tiştekî an peyvekê bigere, cîhazên Apple jixweber bikarhêner digihînin rûpelê motora lêgerîna sereke ya Googleeyê.
Hikûmeta Amerîkî eşkere kir ku ku ev gava Googleyê dê rê li ber motorên lêgerînê yên din ên wekî Bing û DuckDuckGoyê bigire ku nikaribin bi Googleyê re pêşbaziyê bikin.
Karê reklamê
Qezencên mezin ên Google ne tenê ji ber lêgerîna înternetê ye. Hikûmeta Amerîkayê dide zanîn ku Google bi kontrolkirina hem firoşkar û hem jî kiryaran bi rêya platformên wekî Google Ads û DoubleClickê serdestiya bazara reklama dîjîtal kiriye.
Li aliyê din hevrikên Googleyê yên bazara reklamên dîjîtal dibêjin, kompanya xwediyê hêzeke mutleq e ku bi rêya her du platforman nirxên reklaman diyar dike û bi kêfa xwe bihayan diyar dike û kompanyayên din nikarin pê re hevrikiyê bikin.
Desthilatdariya yekdestî
Her wiha divê were gotin yek ji girîngtirîn beşa doza Wezareta Dadê ya Amerîkayê li ser peymana Google û Appleyê ye. Şirketa Appleyê pêşî livînera lêgerîna ser amûrên xwe, li ser gera Googleyê nedanîbû û xwest vebijarkê bide destê bikarberan ku wek mînak Google yan Yahoo yan her lêgereke din dixwazin bi kar bînin, lê şirketa Google-ê gef xwar, ger lêgera Googleyê neke lêgera sereke, wê hingê Google dê peymana parvekirina dahatê ya di navbera wan de betal bike.
Tê texmînkirin ku şirketa Google-ê salane li gorî peymana ku li navbera wan heye, nêzî 9 milyar dolar ta 12 milyar dolaran dide şirketa Apple-ê. Bi tenê li sala 2022yan şirketa Googleyê ji bo vê mebestê 18 milyar dolaran dide şirketa Appleyê.
Şirketa Apple-ê ne yekane şirket e ku salane pereyan ji şirketa Google-ê distîne. Şirketa Samsungê jî ku bi sîstema androidê dixebite salane li navbera 3 milyar ta 5 milyar dolaran ji Google-ê werdigire ji ber ku amûrên Samsungê jî gera Googleyê kirine gera sereke.
Egerên biryara dadgehê
Ger Wezareta Dadê ya Amerîkayê bi ser ket û tohmet li ser şirketa Google-ê selmandin, eger heye ku şirketa Google-ê neçar bimîne para bazirganiya xwe ya dîjîtalî li ser çend yekeyên cihê dabeş bike. Eger heye jî ku dadgeh biryar bide peymanên monopoliyê yên navbera şirketa Google-ê û şirketên din ên teknolojiyayê bi dawî bîne. Ev derfetê peyda dike ku şirketên din ên teknolojiyayê ku ne bi qasî Google-ê mezin in, bikarin di warê reklamê de, rikberiyê bi şirketa Google-ê re bikin.
Karvedana rûniştina dadgehê li derveyî sînorên Amerîkayê
Biryara dadgehê çawa dibe bila bibe, dikare xuyang û bazara reklama dîjîtalî biguhere. Biryara dadgehê dikare li rûbereke cografî ya dorfireh pêşî li monopolîtî û rêkeftina dualî ya şirketên teknolojî yên mezin bigire. Herwisa biryar dikare hin dozên din ên qanûnî li welatên din xasma li Yekîtiya Ewropayê di warê reklamê de, şirketên medyayê yên Ewropayê, parastina zanyariyên takekesî û vebijarka bikarhêneran bilivîne.
Yekîtiya Ewropayê meha 11 a sala 2022 yasaya yekem a rêkxistina kerta teknolojiya û dîjîtalê pejirand û wek yasaya xizmetguzariya dîjîtalî ya Ewropayê tê nasîn. Li gor vê yasayê, bikaranîna detay û zanyariyên takekesî yên bikarhêneran bi mebesta sûdwergirtina ji karê reklamê bêyî razîbûna bikarhêneran neyasayî ye.
Kompaniyên mezin ên warê teknolojiyayê yên Amerîkî wekî Meta û Amazonê ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve çend caran bi sedema monopolîtî û bikaranîna neasayî ya zanyariyên takekesî yên bikarhêneran, hatine cezakirin.
Qebareya bazara reklama dijîtalî di 2024an de
Li sala 2024an qebareya bazara reklama dijîtalî bilind bûye heta 700 milyar dolarî. Li gorî sala 2023yan ku qebareya reklama dijîtalî 630 milyar dolar bû, ew sûk îsal bi rêya ji sedî 11 bilind bûye.
Xelkê cîhanê dema xwe li 2024an bêtir terxanî înternet û torên civakî kirine û vê jî xwesteka reklama dijîtalî zêdetir kiriye. Bilindbûna qebareya bazirganiya online sedemeke din a bilindbûna qebareya bazara dijîtalî di 2024an de ye.
Monopolî û kontrolkirina sûka reklama dijîtalî ji aliyê şirketên mezin ên teknolojiya cîhanê ve, ziyanê digihînin medyayan li ser asta cîhan û deverê.
Li gorî rêveberên hin dezgehên ragihandinê "Şirketên mezin ên warê teknolojiyê bi rêya gera elektronîk ne tenê naverok û berhemên saziyên nûçeyan û medyayî dibin, lê pê re kiryar û şirketên mezin û biçûk jî dibin ku reklam li ba wan dikirin. Ev bandorê li azadiya ragihandinê dike. Azadiya ragihandinê jî dînamoya demokrasiyê û çavdêriya desthilatê ye. Lewra ev ne tenê sûdwergirtina ji berhemên sazî û şirketên din e, lê berpirsiyariya qelsbûna azadî û demokrasiyê jî dixe ser milê van kompaniyên mezin."