Îsal li Kela Xwê 20 hezar ton gêlas û wîşne hat berhemanîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li Parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, Rêveberê Çandiniya Kela Xwê ango Xoy ragihand, îsal ji baxên wê qezayê zêdetir ji 20 hezar ton gêlas û wîşne (albalû) hatiye berhemanîn.

 

Elî Esxer Emînî ragihandiye, li hezar û 220 hektar ji erdên çandiniyê yên Xoyê baxên wîşne û li 3 hezar û 100 hektarên din jî baxên gêlasê hene û ragihand, bi giştî îsal li Xoyê 20 hezar ton gêlas û wîşne hate berhemanîn.

 

Emînî diyar kir, buhayê berhemên gêlas û wîşne yên wê qezayê derdora 122 milyar tûmenê Îranê ye û tekez kir, Kela Xwê di berhemanîna wîşne de li ser asta parêzgeha Urmiyê yekem e.

 

Rêveberê Çandiniya Kela Xwê destnîşan kir, %30 ji gêlas û wîşne yên berhemhatî, li sînorê wê qezayê tê bikaranîn û ji %70ê din ên wan berheman jî bo Tirkiyê, Azerbaycan, Herêma Kurdistanê û Iraqê tê hinardekirin.

 

Elî Esxer Emînî herwiha got, di demsala çinîna berhemên baxên gêlas û wîşne yên Kela Xwê de, di her hektarek bax de derfeta kar bo 60 kesan çêdibe.