Avakirina Mûsilê bazara şîş û çîmentoyê geş kir
Mûsil (Rûdaw) – Li Başûrê Kurdistanê ji ber avakirina bajarê Mûsilê, bazara şîş û çîmentoyê geş bûye.
16 kargehên şîş û çîmentoyê li Başûrê Kurdistanê hene û salane zêdetirî du milyon ton şîş û 12 milyon ton çîmento berhem tînin. Ji sedî 30ê wan şîş û çîmetoyê, li nav Başûrê Kurdistanê têne bikaranîn û ji sedî 70 jî hinardeyî Mûsil û bajarên din ên Iraqê têne kirin.
Ji ber şerê li dijî DAIŞê ji sedî 40ê rojhilatê Mûsilê û ji sedî 75ê rojavayê wî bajarî wêran bûye. Hewlêr ji bo avakirinê, kelûpelên pêwîst dişîne Mûsilê û ev jî bûye sedema zêdebûna buhayên kelûpelan.
Li gor amarên Neteweyên Yekbûyî, ji bo Mûsilê 14 milyar dolar pêwîst e da ku rûyê şer ji ser wî bajarî rabe.
Heta niha hikûmeta Iraqê û civakên navdewletî ji bo avakirina Mûsilê, ti budce diyar nekirine. Lê xelkê wî bajarî ji bo avakirina bajarê xwe hewl didin û rojane zêdetirî 800 wesayîtên barhilgir bi alavên avakirinê diçin Mûsilê.