Kerta Esmanî ya Kurdistanê tê rexnekirin

Hewlêr (Rûdaw) – Ligel geşedana kerta esmanî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê, rexne û têbîniyên liser vê kertê jî zêde dibin. Li gorî hinek pisporan jî kerta esmanî liser rêkeftineke ne tendurust hatiye avakirin.

 

Wezîrê Veguhestin û Gihandinê yê Herêma Kurdistanê Mewlûd Bawemûrad dibêje, li kerta esmanî weke pêwîst ligel geştiyaran danûstandin nayê kirin. Sedema vê yekê jî ew e, ku kerta esmanî ne di destê kerta taybet de ye.

 

Bawemûrad ji Rûdawê re ragihand; “Navbera Hewlêr û Bexdayê, Silêmanî û Bexdayê 3 seet e. Eger hemwelatî jiber karên rûtin 2 seetan li firokexaneyan bimînin, ji bo daketinê jî seetekê bisekinin ev dike 6 seet. Hema bi otomobîl werin baştir e. Jiber ku ti daxwazeke wan namîne bi firokeyê geşt bikin. Em dixwazin kar bi hêsanî û bi şatir birêve biçin.”

 

Kerta firokevanî û esmanî li cîhanê yek ji mezintirîn sektora aboriyê ye. Herwiha çavkaniyeke mezin ê veguhestinê ye. Li cînahê ji sedî 5ê kelûpelan bi rêya firokeyan tên veguhestin. Nirxê veguhestinê jî ji sedî 30ê dahata vê kertê ye.

 

Ji aliyê din ve Rêveberê Frokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê jî sîstema kar û rêveberiyê rexne dike.

 

Herwiha pirporek aborî jî di wê baweriyê de ye, ku rewşa van 3 salên derbasbûyî bandoreke nerênî liser kerta esmanî kiriye. Jiber pirsgirêkên ewlekariyê jî geştên esmanî kêm bûne.  

 

Li piraniya parêzgahên Iraqê firokexane hene. Firokexaneyên Bexda, Besra, Mûsil, Hewlêr û Silêmaniyê yên navdewletî ne.

 

Herçend helkefteke stratejîk a Iraqê heye lê esmana Iraqê niha di bin kontrola Amerîkayê de ji hatinçûnên navdewletî re qedexeye. Eger ev qedexe were rakirin, tenê di hefteyekê de dê 859 firoke li esmanên vî welatî bifirin.