Kompanyaya Genel Energy rêveberê xwe guhert

Genel Energy di sektora enerjiya Başûrê Kurdistanê de çalak e

Hewlêr (Rûdaw) - Kompanyaya Genel Energy ku li çendîn kêlgehên petrol û gaze yên Herêma Kurdistanê kar dike ragihand ku Rêveberê Cîbicîkar ê Kompanyayê Murat Ozgul dest ji postê xwe berdaye û Bill Higgs cihê wî digire.

 

Bill Higgs sala 2017ê Rêveberê Darayî yê Kompanyaya Genel Energy bû û 23 salan ligel kompanyaya mezin a petrolê ya Amerîkî Chevronê kar kiriye.

 

Higgs herwiha berê rêveberê karên Kompanyaya Ofer a Brîtanî û rêveberê cîbicîkar ê Kompanyaya Petrol û Gazê ya Mediterranean bû.

 

Murat Ozgul ragihandiye ku kêfxweş bûye di çend salên derbasbûyî de wek rêveberê cîbicîkar ê kompanyayê kar kiriye û niha Genel Energy di rewşeke baş a darayî de ye.

 

Kompanyaya Genel Energy li du kêlgehên petrolê yên Başûrê Kurdistanê, li Teqteq û Tawkê xwedî pişk e û herwiha li kêlgehên gazên yên Mîran û Binebawî dixebite.