Wezareta Darayî: Mûçeyên 19 wezaret û saziyan tê dayîn

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê xişteyeke nû ya mûçeyan belav kir û li gorî xişteya nû, dê ji sibê Sêşemî 10ê Nîsanê ve dest bi dayîna mûçeyên fermanberan were kirin.

 

Herwiha li gorî xişteya nû, dayîna mûçeyên fermanberên sazî û dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di roja Pênşemî 12ê Nîsanê de bi dawî tê.

 

Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandiye, sibe Sêşemî 10ê Nîsanê, dê mûçeyên malbatên şehîdan û enfalkiriyan û zîndaniyên siyasî, Wezareta Şehîdan û Enfalkiriyan û Wezareta Veguhastin û Gihandinê werin dayîn.

 

Herwiha roja Çarşemî 11ê Nîsanê jî dê mûçeyên Wezareta Bajarvanî, Wezareta Kehreba, Wezareta Avedankirinê û Wezareta Plandanînê werin dayîn.

 

Li gorî heman xişteyê, dê roja Pênşemî 12ê Nîsanê jî mûçeyên saziyên weke Encûmena Dadwerî, Wezareta Dad, Wezareta çavkaniyên Xwezayî, Wezareta Bazirganî û Pîşesazî, Desteya Destpakî, komîsyona Bilinda Hilbijartin û Referandumê, Desteya Hilberînê, Desteya Mafên Mirov, Desteya Parastin û Başkirina Jîngehê, Desteya Navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya herêmê, Dezgeha Mîn û Dîwana Çavdêriya Darayî werin parvekirin.

 

Ji heftiya bihorî ve Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi sîstema nû ya paşekewtê dest bi dayîna mûçeyên meha yek a îsal kiriye û heta niha mûçeyên wezaretên Perwerde, Tendirustî, Xwandina Bilind û Wezareta Darayî hatine dayîn.