Bakurê Kurdistanê: 2023yan bi 11,7 milyar dolaran hinarde hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Ji hinek bajarên Bakurê Kurdistanê yên endamê Yekitiya Hinardekarên Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GAÎB), sala 2023yan de bi 11,7 milyar dolaran hinarde hatiye kirin.

GAÎBa ku karsazên parêzgehên Dîlok, Riha, Mereş, Semsûr, Mêrdîn, Şirnex, Êlih û Sêrt endamê wê ne amarên hinardeya sala 2023yan eşkere kirin.

Li gorî amaran, di navbera 1ê Kanûna Paşîna 2023yan û 31ê Kanûna Pêşîna 2023yan de hinardeya GAÎBê li gorî sala 2022yan ji sedî 4,8 zêde bû û gihişt 11 milyar û 700 milyon dolarî.

Hinardeya GAÎBê ya meha Kanûna Paşîna 2023yan li gorî heman meha par ji sedî 1,4 zêde bû û gihişte 1,1 milyar dolaran.

Li gorî amarên GAÎBê herî zêde ji bo welatên Rojhilata Navîn, Afrîqa û Ewropayê hinarde hatiye kirin.

Di hinardeyê de Herêma Kurdistanê di rêza yekem, Amerîka di rêza duyem, Sûriye di rêza sêyem û Îtalya di rêza çarem de cihê xwe girt.

"Karsazên me dîsa rabûn ser pêyan"

Serokê GAÎBê Ahmet Fikret Kileci got:

“Karsazên herêma me tevî karesata erdhejê careke din rabûn ser pêyan. Me di heyama duyem a salê de her meh ji milyarek dolar zêdetir hinarde kir.”