Nêrînên welatiyên Amedê li ser mûçe û bûdceya Tirkiyê

Amed (Rûdaw) - Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê mûçeya herî kêm a karkeran 2 hezar û 324 lîreyê Tirkî ye. Hikûmeta Tirkiyê hewil dide bi karsaz û sendîkayên karkeran re mûçeya herî kêm a sala 2021an diyar bike.

Li Tirkiyeyê hevdîtinên diyarkirina mûçeya herî kêm dest pê kir. Di hevdîtinan de aliyên hikûmetê, karsaz û sendîkavan amade ne

Hevkarên me li Amedê daketin kolanan û ji xelkê pirsîn ka mûçeya herî kêm divê çiqas be. Karkerên ku bi mûçeya herî kêm dixebitin dibêjin ev mûçe têra lêçûnên wan nake. Hinek dibêjin 3 hezar û 500 lîre bes e, hinek jî dibêjin kêmtirî 4 hezar lîreyan têra wan nake.

Derbarê mijarê de pasaevan Haşim Çelîk got: “Mûçeya herî kêm a karkeran gelek kêm e. Xaniyê me nîne, zarokên hene û diçin dibistanê xerciyên me zêde ne. Em nikarin debara xwe bikin. Mûçeya herî kêm a karkeran bibe 3300 lîre jî dîsa kêm e, têra me nake. Divê herî kêm bibe 4000 lîre.”

Dergevan Mehemed Can Demîr jî got: “Xerciyên avê, gaze û elektirîkê hene, em nanekê 2,5 lîreyan dikirîn. Eger bibe 3500 wê demê em dê bikarin debara xwe bikin. Zarok dê bizewicin ka em dê çawa wan bizewicînin.”

Xebatkarê Kompaniya Rapirsiyê Suat Ozalp jî dibêje: “Mûçeya herî kêm a karkeran têra kesî nake, jixwe kesek ku xanî nebe û zarokên hebe gelek zehmet e. Bi nêrîna min niha li Tirkiye ti malbetek nikara bi mûçeyê jêr 4000 lîre debara xwe bike. Divê mûçeya herî kêm a karkeran herî kêm duqat zêde bibem ji ber ku li Tirkiyê niha her tişt duqat zêde bûne.”

ÎÎî Partî dixwaze mûçeya herî kêm bibe 3000 TL, CHP dixwaze bibe 3100 TL û HDP jî dixwaze bibe 4000 TL. AK Partî û MHPê hêj tu hejmarek negotine.