Li Dêre Zorê bazar gelekî giran bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Bi sedema daketina bihayê lîreya Sûriyê bermaber dolarê Amerîkî, nerxên kelûeplan li bazarên Dêra Zorê giran bûne û tevgera kirînê jî sar bûye.Navçeya rojhilatê Dêre Zorê li ser çemê Feratê, tevî ku navçeyek çandiniyê ye, lê bihayê berhemên şînkayî, ji bihayê benzîn û mazotê girantir bûye.

 

Li navçeya rojhilatê Dêre Zora Sûriyê, bi hatina meha Remezanê, tevî ku hemû tişt û hemû pêdivî li dikanan peyda dibin, lê bilindbûna bihayê dolar û daketina bihayê lîreyê Sûrî, hêza kirînê li ba xelkê kêm kiriye, bazar bi tevahî sar bûye.

 

Li bajarokê Siwer ku dikeve bakurê rojhilatê Dêre Zorê, ji ber bilindbûna bihayên kelûpel û pêdiviyan, hatina xelkê bo nav bazarê gelekî kêm bûye.

 

Derbarê tevgera bazarê de dikandar Yûnis Ebbûd dibêje: "Bihayê tiştan bi giştî bilind bûye, firotin li nav bazarê kêm bûye, ji ber bihayên tiştan bi dolar ve girêdayî ye, dema dolar bilind dibe, bihayê tiştan jî bilind dibe, ji ber vê yekê tevger gelekî kêm bûye, em bi hêvî ne baş bibe."

 

Navçeya rojhilatê Dêre Zorê li ser çemê Feratê, tevî ku navçeyek çandiniyê ye, lê bihayê berhemên şînkayî ji bihayê benzîn û mazotê girantir e.

 

Akinciyê Siwerê Firas Şahir jî got: “Her tişt heye, lê bihayê tiştan gelekî giran in, yek kîlo bacan bi 600 lîreyî ye, yek lître benzîn bi 250 lîreyî ye, yek lître mazot jî bi 175 lîreyî ye, her tişt girane."

 

Şerê navxwe yê Sûriyê aboriya welat têk daye, hemû tişt li vî welatî li gor dolar tê nirxandin, vê rewşê bandoreke gelekî nerênî li debara jiyana qata hejar kiriye, lewra li gor Neteweyên Yekbûyî niha pêdiviya zêdeyî 13 milyon Sûrî bi alîkariyê heye.