Li Tirkiyê di mehekê de 10 hezar esnafan îflas kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor amaran li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di Çileya 2022ê de herî kêm 10 hezar û 147 esnaf an kasibkaran îflas kirine.

Alîkarê Serokê Partiya Gel a Komarî Veli Agbaba diyar kir ku di meha destpêkê ya sala 2022ê de hêrî kêm 10 hezar û 147 esnafan îflas kirine û divê bi awayekî lez û bez tedbîr bên wergirtin û zêdekirinên hatine kirin bên betal kirin.

Alîkarê Serokê CHPê Veli Agbaba bi daxuyaniyeke nivîskî amarên Çileya 2022ê yê esnafên ku îflas kirine eşkere kirin û dibêje: “Bi destpêkirina meha Çile bihayê elektrîk û gaza xwezayî di asteke bilind de hat zêdekirin û ji ber vê yekê jî di mehekê de herî kêm 10 hezar û 147 esnafan dikanên xwe girtin. Me berê gotibû di encama van zêdebûnan de dê hejmareke zêde ya esnafan îflas bikin. Divê demeke zû ev zêdekirin bên betalkirin."

Agbaba amaje bi wê yekê dike ku li her deverên Tirkiyê faturayên elektrîkê yê meha Çile li gor meha berê du qat zêdetir bûne û faturayên ku 45 hezar lîreyên Tirkî derbas dikin hene û dibêje: “Esnafên me ji pereyên kirê zêdetir faturayên elektrîk û gaza xwezayê didin. Ji xwe rewşa esnafan ne baş bû û desthilatê jî bi van faturayan darbeyeke din li esnafan da û bû sedem ku di nav mehekê de zêdeyî 10 hezar esnaf îflas bikin û tê xuyakirin dê ev berdewam be.”

Li gor amarên Alîkarê Serokê CHPê eşkere kirine di Çileya 2022ê de li Stenbolê 947, li Enqerê 549 û li Îzmirê jî 680 esnafan îflas kirine.

Ev  di demekê de ye ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi destpêka sala 2022ê wek piraniya pêdiviyên sereke yên jiyanê bihayê eletirîkê jî derdora ji sedî 50 heta ji sedî 125 hatiye zêdekirin. Vê bihabûnê bandoreke xirab li aboriya welatiyan kiriye ku êdî dibêjin nema dikarin debara xwe bikin û vê yekê bandoreke rasterast li esnafan jî kiriye.