Li Tirkiyê 5 milyon abone nikarin pereyên gaza xwezayî bidin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di sê salên dawî de ji ber nikarîbûn pereyên gaza xwezayî bidin gaza xwezayî ya 5 milyon aboneyan hatiye qûtkirin.

Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ahmet Akin derbarê gotinên Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî Fatih Donmez de ku dibêje“Gaza xwezayî ya herî erzan a Ewropayê li Tirkiyê ye” nerazîbûn nîşan da.

Ahmet Akin da zanîn ku ji 2018an û heta Gulana 2021ê ku sê sal û nîv e 5 mîlyon û 232  hezar û 917 aboneyan nikarîne fatûreyên gaza xwezayî bidin û ji ber vê yekê jî gaza wan hatiye qûtkirin. Akin dibêje: “Desthilat li aliyekî ji welatiyan re dibêje kombiya xwe kêm bikin li aliyekî din jî dibêje gaz erzan e. Ma qey hun henekê we bi aqilê welatiyan dikin.”

Li gor amarên Saziya Sererastkirina Pîyaseya Enerjiyê (EPDK) di 2018an de gaza milyonek û 552 hezar û 65, di 2019an de milyonek û 726 hezar û 78, di 2020an de milyonek û 279 hezar û 990 aboneyan hatiye qûtkirin.

Herwiha li gor amarên Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî di 5 mehên 2021ê de gaza 674 hezar û 784 aboneyan hatiye qûtkirin.

Ji ber zêdekirina bihayê elektrîk û gaza xwezayî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di du salên dawî de, Tirkiye di nav welatên Ewropayê de bû yekemîn welat. Li Tirkiyê di navbera salên 2019 û 2021ê de bihayê elekrtîkê ji sedî 47,4 û bihayê gaza xwezayê jî ji sedî 42,3 zêde bûye. Ligel vê yekê di heman demê de li gelek welatên Ewropayê bihayê elektrîk û gaza xwezayî kêm bûye.