Rekoreke nû: Lîreyê Tirkî daket, dolar gihîşte 27 lîreyan

Hewlêr (Rûdaw) - Nirxê lîreyê Tirkî li beramberî diravên biyanî her ku diçe zêdetir dadikeve.

Li bazarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dolarekî Amerîkî bi 27 lîreyên Tirkî ye û euroyek jî bi 29,65 lîreyan e.

Di heman demê de grama zêr jî bi 1,682 lîreyên Tirkî ye.

Her ku diçe lîreyê Tirkî li beramberî diravê biyanî û dolarê Amerîkî nirxê xwe ji dest dide û ev yek bandoreke zêde li li jiyana rojane ya welatiyan dike.

Li bazarên Tirkiyeyê dolarekî Amerîkî bi 27 lîreyan tê firotin û euroyek jî bi 29 lîre û 65 qurûşan tê firotin.

Berî hilbijartinên 14ê Gulanê dolarekî Amerîkî derdora 19,50 lîreyên Tirkî bû.