Daketina nirxê lireyê Tirkî li beramber dolarê Amerikî berdewam e

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye daketina nirxê lîreyê Tirkî li beramber dolarê Amerikî û diravên biyanî berdewam e îro dolarek gehişte 16.75 lîreyên Tirkî.

Îro 7ê Hezîrana 2022ê nirxê lîreyê Tirkî dîsan daket û nirxê dolarê Amerikî ku destpêka hefteyê 16.56 lîre bû îro  demjimêrên sibehê derket 16.75 û tê çaverêkirin 17 lîreyan derbas bike.

Euro jî bi 17.97 lîreyên Tirkî tê firotin. Herî dawî roja Înê di girtina bazarê de nirxê dolar 16.48 lîre û yê Euro jî 17.73 lîreyên Tirkî bû.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan doh 6ê Hezîrana 2022ê piştî civîna kabîneyê daxuyanî dabû û gotibû ew rêjeya faîzê zêde nekin û her bi vî awayî dê berdewam bin. Piştî daxuyaniya Erdogan nirxê lîreyê Tirkî li beramber dolarê Amerikî ji sedî 1 daket.