Nirxê nan li Rojavayê Kurdistanê biha bû

Qamişlo (Rûdaw) – Li Rojavayê Kurdistanê lîreyê Sûrî dadikeve, saet bi saet guhertin di ser nirxê lîreya sûrî de çêdibe, lê bi bihabûna dolar, her tişt jî buha dibin, niha nirxê nanekî ku bi 100 lîreyan bû, bûye, 200 lîreyên sûrî, ji ber ku ard jî biha bûye.

Li Rojavayê Kurdistanê berê kîsekî ard bi 12 hezar lîreyan bû, niha bi 29 hezar lîreyên Sûrî ye, ew jî bûye sedem nan girantir bibe û nanê 100 lîreyan niha bûye 200 lîre.

Xwediya firna nan Mesûd Talib dibêje: “Jixwe nan dê biha bibe, me pêştir kîsê art bi 12 lîreyên Sûrî dikirî lê niha bûye 29 hezar lîreyê Sûrî.  Mazot biha buye û her tişt biha bûye, em neçarin nan biha bikin.”

Nanxaneyên siyahî ev çend meh in dibêjin ku êdî ew nikarin kîs an rebteya nan bi 200 lîreyên Sûrî bifiroşin ji ber ku Rêveberiya Xweser tenê piştevaniya wan di kirîna ard de dike, yên din ew ji bazarê dikirin, jixwe kîsên naylon û hevîrtirş bi dolar dikrin, ew dibêjin rê li pêşiya wan nemaye ji bilî bihabûnê.

Xwediyê firna siyasî Hozan Sîtî jî got: “Mesele ne tenê ard e, em şekir û zeyt û kîs û her tiştî bi dolar dikirin û cudahiyek pir mezin heye di navbera nirxê niha û pêştir. Nirxê dolarê niha û yê berê gelek ferq e.”

Heyama sê sala ye ku nanxaneyên siyahî li Rojavayê Kurdistanê dest bi kar kirine. Xelk vî nanî ji neçarî  dixwin ji ber ku kalîteya nanê nanxaneyên din pir xirab e, bi nirxê 200 lîreyê Sûrî malbatek herî biçûk pêwîstiya wê bi kêmanî rojane bi 4 rebteyên nan heye ew jî mehane dike 24 hezar lîre ku nîvê mûçeyê fermanberekî hikûmetê ye û nêzîkî ji sedî 25 mûçeya karmendekî Rêveberiya Xweser e.

Karmendê Rêveberiya Xewser Ehemed Xelîl jî wiha axivî: “Ez rojê 5 rebeta nan dikirim mehan 30 hezar ji mûçeya xwe didim bi nan. Ji me re pir zehmet e,nanê qalind jî yek bûye bi 250 lîreyê Sûrî, ez tenê ji sê nanan têr nabim, ka dê çawa çêbibe.”

Welatiyê bi navê Azad Xelîk jî dibêje ku rewş pir zehmet e, û gelek kes hene pir feqîr in û ji wan nayê debara xwe bikin.

Lê li gor zanyariyên Rûdawê yên taybet êdî rebta nanê siyahî bi 200 lîreyê sûrî namîne. Sibe civîna Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweser heye. Li gor agahiyên Rûdawê ji vir û pêde desteya temwînê dê yek kîsê ardê 50 kg bi 21 hezar lîreyê Sûrî bide xwedî nanexanyên siyahî ku beriya niha bi 11 lîreyên Sûrî dida wan, wê demê yan dê yek rebte nan dê bo 400 lîreya zêde bibe yan jî dê piştevaniya ard jî li ser wan bi yekcarî rake û êdî xwediyên firnan yek kîs ard bi 32 lîreuan ji bazarê bikrin dibe ku wê demê yek rebte nan bigihe 700 lîreyan.