Li Geverê bihayê veguhastinê ji sedî 80 hat zêdekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrga Bakurê Kurdistanê, heqê veguhestina navxwe ya giştî ji sedî 80 hat zêdekirin.

Kompanya berpirsê xetên veguhestina navxwe ya giştî ya Geverê îro civiya.

Piştî civînê bihatê veguhestina giştî li wê navçeyê bi rêjeya ji sedî 80 zêde kir.

Li gorî wê biryarê ku îro dikeve warê cîbicîhkirinê, bihayê bilêteke tam a veguhestina giştî li navxwe, ji bo kesekî pêgihiştî ji 5 lîreyan dibe 9 liîre.

Herwiha bihayê bilêtê ji bo xwendekaran jî ji 4 lîreyan dibe 7 lîre.