Li Tirkiyê 2 milyon û 75 hezar esnafan îflas kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê, di 17 salan de 2 milyon û 75 hezar û 260 kompanya, kargeh û esnafan îflas kirine. Di deh mehên destpêkê yên sala 2021ê de jî 79 hezar û 372 kompanya, kargeh û esnafan îflas kiriye.

Li gor medya Tirkiyê, qeyrana aborî ya li Tirkiyê her diçe kûrtir dibe û hejmara esnaf û kasibkarên îflas dikin û kargeh an dikanên xwe digrin zêde dibe. Rojane ji 5 hezaran zêdetir dosyeyên îflasê li daîreyên îcra û îflasê tên tomarkirin.

Li gor amarên Saziya Pişkînîn û Rêvebirina Bankeyan, heta meha Cotmehê ya sala 2021ê milyarek û 100 milyon dolar krediyên hatibû dayîn, paş de nehatin wergirtin. Di nedana krediyan de sektora avahîsaziyê bi 210 milyon dolaran di rêza yekem de cîh digre.

Ji ber têkçûna aboriya Tirkiyê û bandora Coronayê, hejmara esnafên îflas dikin her roj zêdetir dibe. Di deh mehên destpêkê yên sala 2021ê de hejmara esnafên îflas kirine li gor sala par %2 zêde bûye û gehiştiye 79 hezar û 372an. Sala par heta meha Cotmehê 312 hezar û 205 kompanya û kargehên nû hatibûn avakirin, lê îsal ev rêje %34 kêm bûye û 233 hezar û 451 kompanya û kargehên nû hatin vekirin.

Piştî girtina kompanya û kargehan hejmara kesên bêkar jî bi awayekî berbiçav zêde dibe. Di meha Îlona 2021ê de hejmara bêkaran gehişte 7 milyon û 870 hezar kesan.