Li Tirkiyeyê bilêtên otobûsan ji sedî 100 biha bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber nêzîkbûna cejnê, di nava hefteyekê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bilêtên otobûsan ji sedî 100 biha bûn.

Beriya cejnê bi heftiyekê wekî temamê cejnan, dîsa hemwelatî gazinan ji bihayê bilêtan dikin.

Ji ber bêhnvedana Cejna Remezanê ku 9 roj in, welatî dixwazin biçin serdana malbat, nas û dostên xwe ên li bajarên cuda.

Lê ji ber bihabûna bilêtên otobûsê welatî gazinan dikin û dibêjin li gorî hefteya borî bi qasî ji sedî 100 biha bûn.

“Berê bi mûçeyê xanenîşîniyê em diçûn her derê”

Hemwelatiyekî xanenişîn li Enqerê got:

“Ez 10 hezar lîre mûçe werdigrim. Tenê ji bo zarokan 14 hezar û 200 lîre heqê rê didim.

Ji neçarî em bi otobûsê diçin. Berê bi mûçeyê xanenîşîniyê em diçûn her derê.

Lê niha mûçe ne tiştek e. Ji bo me ne girîng e lê bo ciwanan ez xemgîn im.”

Bi taybet xwendekar dema dixwazin biçin gel malbatên xwe rûbirûyê zehmetiyan dibin.

“Ji bo xwendekaran biha ye”

Xwendekareke jî got:

“Ez dê biçim Îzmirê lê ez bi teyarê diçim. Ji ber ku bileta otobûsê 750 lîre ye û ya firokeyê jî 1000 lîre ye.

Ji ber vê yekê ez bi firokeyê diçim. Ji bo xwendekaran ev gelekî biha ye.”

Berpirsê kompanyayekê jî Çetîn Onal jî diyar ku li gorî xerciyan nirxê bîlêtan tê diyarkirin.

Çetîn Oral  da zanîn ku wan  ji ber daxwaza heyî geştên xwe zêde kirine û got:

“Li gor bihayê Wezareta Veguhestin û Jêrxanê bilet bi qasî 35 biha bûn.”

Li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji ber rewşa aborî xelk rûbirûyê zehmetiyan dibin bi taybet di sektora veguhestinê de, ji ber zêdebûna rêjeya enflasyonê jî rewş xirabtir bûye.