Mûçe û diyariyên cejnê yên xanenişînan di navbera Erdogan û Kiliçdaroglu de bûn sedema nîqaşê

Hewlêr (Rûdaw) - Ligel nêzîkbûna hilbijartinan her yek ji opozîsyon û desthilatê sozên cuda didin welatiyan. Bi taybet di mijara aborî û başkirina mûçe û debara xelkê de. Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu ew dê Cejna Qurbanê 15 hezar lîre weke diyariya cejnê bidin xanenişînan. Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî dibêje wan mûçeyê herî kêm ê xanenişînan bo 8 hezar û 500 lîre zêde kiriye.

Berbijêrê Hevpeymaniya Millet û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu dibêje eger piştî 14ê Gulanê bibin desthilat ew dê diyariyên xanenişînan ên cejnê zêde bikin.

Kiliçdaroglu got: “Mûçeyê xanenişînan têra heqê kirê jî nake. Xanenişîn dema neviyên xwe dibînin dilê wan şikestî ye, ji ber nikarin pereyekî bixin berîka wan. Ji niha û pê ve diyariyên cejnê 8 hezar û 500 lîre ne. Ji bîr nekin. Ez dibêjim ji niha û şûn de,  ji ber ev Cejna Remezanê jî di nav de ye. Qet mereq nekin piştî em hatin ser desthilatê di yekem Cejna Qurbanê de ligel 8 hezar û 500 lîre diyariyên cejnê, em dê 6 hezar û 500 lîreyên vê cejnê jî razînin ser hesabên we. Cejna Qurbanê ya pêşiya me dê di yek carê de 15 hezar lîre li ser hesabên we bên razandin.”

Ev gotinên Kiliçdaroglu li eniya desthilatê bûn sedema karvedanan.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan roja Çarşemê di bernameyekî fitarê ya ligel xanenişînan de  bersiva hevrikê xwe da û got, hikûmeta wî zêdekirinên pêwîst di mûçe û diyariyên cejnê yên xanenişîan de kirine. Erdogan Kemal Kiliçdaroglu bi wê yekê jî tohmetbar kir ku hewl dide li ser keda wan siyasetê bike.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan got: “Di rojên dawî de hinek hewl didin li ser mûçeyê xanenîşînên me siyaseteke îstîsmarê bikin. Dibêje ez dê wiha li mûçeyan bikim û wiha li diyariyên cejnê bikim. Ji bo vê jî sozê dide. Eger bê bîra we heman kesî di hilbijaretinên xwecihî de soza namûsê dabû ku ji şaredariyên qezenc bike yek karmendî jî dernaxe. Ka namûs? Çi bû? Hewqas mirov ji şaredariyan hatin derxistin. Bi deh hezaran kes ji nanê xwe bûn û vî kesî soza xwe ya namûsê bicîh neanî. Xuya ye niha jî çavê xwe berdane kedên me. Wek her hilbijartinê tûrikê  sozên xwe vekirine û zêde belav dikin.”

Hikûmeta Tirkiyê mûçeyê herî kêm ê xanenişînan wek pêngaveke hilbijartinan, vê dawiyê bo 8 hezar û 500 lîreyên Tirkî, ku dike nêzîkî 400 dolar zêde kiriye. Lê opozîsyon jî li meydanan bi dengekî bilind rêjeya enflasyona ku li gor amarên fermî zêdeyî ji sedî 50 û li gor saziyên serbixwe zêdeyî ji sedî 100 e  bibîr tîne û dibêje ew pere berî ku bigihin berîka welatiyan bi bihabûnan careke din dihelin.