Di 3 mehan de 109 hezar geştyar bi rêya Hewlêrê gihiştine Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) – Di meha Adarê de hejmara geştyarên firokexaneya Hewlêrê li gor du mehên borî zêde nebû. Di hundirê sê hefteyên yekê yên Adarê de jî bêhtirî 34 hezar kesan bi rêya wê firokexaneyê serdana Herêma Kurdistanê kirin.

Li gor serjimêriyeke firokexaneya navneteweyî ya Hewlêrê, di sê mehên destpêkê yên îsal de 109 hezar û 302 kes bi rêya wê firokexaneyê serdana Kurdistanê kirine. Meha çileya borî jî zêdetirîn serdan ji bo Kurdistanê bi rêya firokexaneya Hewlêrê pêk hatin, ku ew jî 41 hezar û 584 kes bûn.

Rêvebera giştî ya firokexaneya navneteweyî ya Hewlêrê Telar Fayeq ji Rûdawê re ragihand: “Rêjeya geşt û gerê di sê mehên yekê yên îsal de bi awayekî berçav zêde bûye û di vê mehê de, heta 24ê mehê, 34 hezar û 335 kes gihiştine Kurdistanê, herwiha 33 hezar û 221 kes jî bi rêya firokexaneya me çûne derve.”

Ji aliyekî din ve rêveberê giştî yê firokexaneya Silêmaniyê Tahîr Ebdulla ragihand ku heta niha amara geşta ezmanî ya dema rojên cejna Newrozê negihîştiye destê wî, lê got ku hejmareke zêde ji Kurdên li derve bi rêya firokexaneya wan serdana Kurdistanê kirine.

Di destpêka îsal de berpirsên firokexaneya Hewlêrê ragihandin ku par rêjeya geştyaran ji sedî 53 zêde bûbû û ev jî bilindtirîn rêje bû di hundirê 5 salên borî de. Li gor amarên wê firokexaneyê, di Sibata îsal de 33 hezar û 363 kesan bi rêya firokexaneya Hewlêrê serdana Herêma Kurdistanê kirine, herwiha 34 hezar û 22 kes jî ji Hewlêrê çûne derve. Lê di meha Adarê de rêjeya tûrîstan li gor du mehên borî kêmtir bû.

Hejmara wan hêlên ezmanî ku niha geştên wan ên ezmanî ji bo firokexaneya Hewlêrê hene gihiştiye 22 hêlên ezmanî, ku geştê ji bo 16 welat û 24 bajarên cîhanê dikin. Firokexaneya nû ya bajarê Hewlêrê di Îlona 2010ê de bi awayekî fermî hat vekirin.