Li Kurdistanê bazara wesayîtên “destê duyem” germ e

Hewlêr (Rûdaw) – Li Herêma Kurdistanê bazara wesayîtên destê duyem germ e û hevwelatî li benda hatina wan in. Ew otomobîl ji Amerîkayê bo Îmarat û ji wîr jî bo Herêma Kurdistanê tên hawirde kirin.


Ew wesayît ji ber qulibîne, wergeriyane, an parçeyên wan kêm in û di warê teknîkî de pirsgirêkên wan hene, li Amerîkayê nayên bikaranîn, lê li Herêma Kurdistanê bazara wan germ e.


Li Pêşangehên Otomobîlan ên Hewlêrê hemû cor û model hene ku parçeyên hinekan ji wan hatine boyaxkirin, an pirsgirêka wan a teknîkî heye, lê nirxê wan li gor wesayîtên sifir kilometre, nêzîka 3 heta 9 hezar dolar erzantir e.


Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji dema firotinê du meh mohlet daye heta ku werin pişkinîn û plakeyê werbigirin, lê beşek ji wan otomobîlan di pişkinînê re derbas nabin.


Sala 2016ê pişkinîn bo 222 hezar wesayît hatiye kirin, sala 2017ê nêzîka 254 hezar otomobîl. Li gor amarên Rêveberiya Trafîka Herêma Kurdistanê, di sala 2016ê de 30 hezar û 700 otomobîl bo Herêma Kurdistanê hatine hawirdekirin, di sala 2017ê de jî 60 hezar û 700 wesayît.