MELETÎ - Bi bihayê 410 milyon dolaran qeysiyên hişk hatine hinartin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Borseya Bazirganiyê ya Meletiyê Ramazan Ozcan ragihand, tevî hemû zehmetî û astengiyan hinartina qeysiyan zêde bûye.

Serokê Borseya Bazirganiyê ya Meletiyê Ramazan Ozcan îro ragihand ku ji parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê herî zêde ji Amerîka, Fransa û Almanyayê re qeysiyên hişk hatine hinartin.

Ramazan Ozcan diyar kir ku Kanûna Pêşîn a 2024an 597 ton dendikên qeysiyan hinarde kirine û milyon û 420 hezar dolar dahat bi dest xistine.

Ramazan Ozcan wiha got:

“Kanûna Pêşîn a 2024an hinardeya me ya qeysiyan 8 hezar û 565 ton bû.

Me li gorî sala borî hezar û 500 ton zêde hinarde kiriye. Li hemberî wê me 39 milyon û 427 hezar dolar dahat bi dest xist.

Dema em li 5 mehên dawî yên sala 2024ê dinêrin ku em jê re dibêjin demsal, ango ji 1ê Tebaxê û vir ve li gorî sala borî me her meh kêm zêde 2 hezar ton zêde hinarde kiriye.

Bi giştî li gorî sala borî di van 5 mehan de 10 hezar ton zêde hatiye hinardekirin.

Bi tevahî sala 2024ê, 76 hezar û 926 ton qeysiyên hişk hatiye hinatin.

Li hemberî vê yekê me hem ji bo aboriya neteweyî hem jî ji bo aboriya herêmê û parêzgehê 410 milyon û 891 hezar dolar dahat  bi dest xist.

Sala borî (2023) bi giştî hinartina me 70 hezar ton bû û dahata me jî derdora 400 milyon dolarî bû.

Hem ji aliyê hejmar û hem jî dahatê ve zêde bûye."