Serokê Rosneftê: Divê li cîhanê hilberîna petrolê du qatan bê zêdekirin
Moskow (Rûdaw) - Serokê Rosneftê Igor Sechin li Foruma Aborî ya Avrasyayê ya Veronayê got, “Divê li cîhanê hilberîna petrolê du qatan bê zêdekirin.”
Foruma Aborî ya Avrasyayê ya Veronayê îro li bajarê Ras al Khaimahê yê Îmaratê dest pê kir û dê heta sibe berdewam bike.
Serokê Rosneftê Igor Sechin beşdarî forumê bû û li wir axivî.
Igor Sechin di wê baweriyê de ye ku ji bo baştirkirina standardên jiyanê yên nifûsa welatên pêşketinxwaz hewce ye ku li cîhanê hilberîna petrolê hema hema du qatan zêde bibe.
Sechin destnîşan kir ku îro li welatên pêşketînxwaz daxwaza enerjiyê zêde dibe û heta niha jî 750 milyon kes ji elektrîkê bê par in.
Serokê Rosneftê got:
“Li Amerîkayê mezaxtina enerjiyê li ser mirovekî sê qat û nîvan zêdetir e ji mezaxtina navînî ya li cîhanê û 10 qatan jî ji mezaxtina Hindistanê zêdetir e.
Xwasta enerjiyê ya li ser mirovekî ya li Ewropayê jî 10 qatan ji ya li Afrîkayê zêdetir e.”
“Dûrxistina Rûsyayê dê bibe sedema hilweşîna aboriya cîhanî”
Igor Sechin tekez kir ku dûrxistina Rûsyayê ji bazara enerjiyê dê bibe sedema hilweşîna aboriya cîhanî û got:
“Dûrxistina Rûsyayê ji bazara enerjiyê û her wiha hewlên sînordarkirina bikaranîna dolaran a di bazirganiyê de, bê guman dê bibe sedema hilweşîna aboriya cîhanê.”
Bi gotina Sechin, Rûsya xwedî bingeheke çavkaniyan a mezin û cihêreng e û di cîhanê de cihekî taybet digire.
Bi giştî bihayê çavkaniyên madenê yên Rûsyayê 100 trîlyon dolar e ku hema hema du caran ji yên Amerîkayê zêdetir e.