Eta Mihemed: Girtina deriyên Îranê di berjewendiyê Tirkiyê de bûye

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Odeya Hinardekirin û Hawirdekirina Herêma Kurdistanê Eta Mihemed got, girtina deriyên sînorî ji aliyê Îranê ve, di berjewendiya Tirkiyê de bûye.


Serokê Odeya Hinardekirin û Hawirdekirina Herêma Kurdistanê Eta Mihemed di konferanseke rojnamevanî de derbarê bazirganiya Herêma Kurdistanê ya bi Îranê re agahî da.


Eta Mihemed wiha got: “Îranê em jî vexwendin pêşengeha şriketên navnetewî a her du salan careke tê lidarxistin. Me li wê derê hevdîtinek bi Wezîrê Barzirganî û Pişesaziya Komara Îslamiya Îranê re pêk anî. Me ji wan xwest deriyên sînorî Perwîzxan û Hecî Omaranê vekin. Herwiha me ji wan re got, heger hûn deriyan venekin welatên cîran û welatên Ewropayê dê têkevin bazara Herêma Kurdistanê.


Mihemed da zanîn ku piştî pêkanîna referanduma serxwebûna Kurdistanê, şanda yekem a Herêma Kurdistanê ye diçin Îranê û wiha domand: “Me hewlda di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de bazirganî ji nû ve dîsa dest pê bike. Kelûpelên bi deriyê sînorî yên Herêma Kurdistanê re derbas dibini, bi vê rêyê digihêjin başûr û naverasta Iraqê. Bazirganên iraqî gelek sûd ji vê derê dît. Di sala 2016ê de derdora 6 milyar dolar bazirganî bi Îranê re hatiye kirin.”


Mihemed bibîr xist deriyên Îranê dema girtî yên bi Tirkiyê re vekiribûn lewma kêmasî li Herêma Kurdistanê çênebûye.


Serokê Odeya Hinardekirin û Hawirdekirina Herêma Kurdistanê destnîşan kirk u di heyama girtina deriyên sînorî ji aliyê Îranê ve de ji Tirkiyê zêdetir kelûpel hatine Herêma Kurdistanê û ew yek di berjewendiyên Tirkiyê de bûye û got: “Bi awayekî zêde kelûpel hatin Herêma Kurdistanê. Ji Tirkiyê gele kelûpel hatin Silêmaniyê jî.”


Piştî referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê, Îranê di 15ê Cotmehê de deriyên sînorî yên fermî yên bi Herêma Kurdistanê re daxist. Wisa dihate gotin ku Tirkiye jî dê deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl bi heman şêweyê daxe. Lê heta niha hatûçûn asayî ye.


Li gorî berpirsên Herêma Kurdistanê deriyê sînorî yê Perwîzxanê sibl dîsa ji bo çûnhatin û bazirganiyê vedibe.