DISK: Divê li Tirkiyê mûçeyê herî kêm 5200 lîre be

Hewlêr (Rûdaw) - Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DISK) daxwaz kir ku ji ber bêbihabûna lîreyê Tirkî û enflasyona bazarê, mûçeyê herî kêm li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 5 hezar û 200 lîre be.

Roja Înê 3ê Kanûna 2021ê, endamên Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DISK) li ber avahiya Wezareta Kar û Karûbarên Civakî ya Tirkiyê li Enqerê xwepêşandanek kirin.

Seroka Federasyonê Arzu Çerkezoglu gotarek pêşkêş kir û got: “Me ji meha Cotmehê ve, bi navê milyonan karker, kedkar û mûçexweran daxwaz kiriye û heta daxwazên me tên cîbicîh kirin hemû cor çalakiyekê dikin. Em daxwaz dikin mûçeyê herî kêm 5 hezar û 200 lîreyê Tirkî (380 dolar) be.”

Çerkezoglu da zanîn ku eger ev mûçe nebe bi dehan milyon welatî dikevin jêr xeta hejariyê û divê bi wîjdan biryar li ser vê mijara çarenivîssaz bê dayîn û got: “Di demekê de ku lîreyê Tirkî hildiweşe û çarenivêsa lîre nediyar e, enflasyonê pişta hemû kesî şikandiye, bac zêdetir bûne û bihayê kelûpelan pênc qat giran bûye, lewra êdî welatî nikarin debara xwe bikin.”

Piştre hêzên polîs xwepêşandana endamên Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DISK) belav kirin û nehiştin li ser çalakiya xwe berdewam bin, wan jî ji neçarî çalakiya xwe veguhestin ber Şaredariya Bajarê Mezin a Enqerê.