Ji sînorê Başmaxê 3.29 milyar dolar kelûpel hatiye hinardekirin
Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberê Giştî yê Gumrukên parêrzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ragihand, di heşt mehên îsal de bi buhayê zêdetir ji 3 milyar û 298 milyon dolar kelûpel ji deriyê sînorî yê Başmaxê bo derve hatiye hinardekirin.
Bextiyar Rehmanîpûr ragihand, di wan heşt mehên bihorî de bi giştî milyonek û 492 hezar û 141 ton kelûpel bi buhayê 3 milyard û 298 milyon û 696 hezar dolar ji sînorê Başmaxê yê Merîwanê ve bo Herêma Kurdistanê û Iraqê hatiye hinardekirin.
Rehmanîpûr got, li gorî sala bihorî rêjeya hinardekirina kelûpelan bi rêya deriyê sînorî yê Başmaxê ji sedî 12 zêde bûye.
Ji 108 gumrukên çalak ên jibo hinarekirinê li Îranê, parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê xwediyê 3 gumrukên Başmax a Merîwan, Seyranbend a Bane û gumruka bajarê Sine ye.