Nan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê biha bû

Se

Ormiye (Rûdaw) – Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê nirxa nan biha bû, ev jî sedema nerazîbûna xelkê.

Piştî ku hikûmeta Îranê ragihand, nanpêjxane dikarin heta %30 nanên xwe giran bifroşin, li Rojhilatê Kurdistanê jî nan biha bû.

Li parêzgeha Sine êdî nirxa her Levaşekê 165 tûmen, nirxa her Sengekê 550 tûmen û nirxa her Berberiyeke bikuncî 475 tûmen dê were firotin. Li Sine her wiha her torbeyek ard ji 22 hezar tûmen bû 32 hezar tûmen.

Li parêzgehên Îlam, Kirmaşan û Ormiyê jî nirxa nan biha bûye…

Nûnerê kurd ê Ormiyê di Parlamentoya Îranê de. Dr. Abid Fettahî li dijî bihakirina nirxa nan derket û got, fermana bihakirina nirxa nan aqilane nîne.

Nûnerê azerî yê Ormiyê di Parlamentoya Îranê de jî li dijî vê yekê nerazîbûn nîşan da û got, ev fermana hikûmetê xelkê tengav dike.



Berberî



Levaş



Sengek