Li Stenbolê ji bo debara malbateke 4 kesî çi qas lazim e?

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Plangeriyê ya Stenbolê (PIA) ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ragihand, li Stenbolê ji bo debara jiyana malbateke 4 kesî pêwîstî bi 71 hezar û 431 lîreyên Tirkî heye.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistaênê roj bi roj pirsgirêkên aborî mezintir dibin û debara malbatan zehmettir dibe.

Rêxistina Plangeriyê ya Stenbolê (PIA) ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, xerciyên debara li bajarê herî qerebalix ê Tirkiyeyê, Stenbolê hesab kirin.

Li gorî amarên PIAyê li Stenbolê meha Îlonê xerciyên debara malbateke 4 kesî li gorî meha borî 2 hezar û 498 lîre zêde bûne û gihiştiye 71 hezar û 431 lîreyên Tirkî ku dike nêzîkî 2 hezar û 100 dolarên Amerîkî.

Xerciyên mehane li gorî meha borî ji sedî 3,6 û li gorî sala borî ji sedî 60,3 zêde bûne.

Serokê IPAyê Bugra Gokçe li ser hesabê xwe yê Xê ragihand:

“Rêjeya bihabûna mehekê tenê ya li Stenbolê ji enflasyona salane ya gelek welatên Ewropayê bilindtir e.

Bihabûna xerciyên debara li Stenbolê ji rêjeyên ku TUIK eşkere dike zêdetir e.”