Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê vê carê LPG biha dibe!

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanî ji sibe û şûn ve lîtreya LPGyê lêreyek û 31 quruş biha dibe.

Ji destpêka salê û heta niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çendîn car bihayê sotemeniyê hatiye zêdekirin.

Vê carê jî bihayê oto gazê (LPG) tê zêdekirin.

5ê Îlonê û pê ve bihayê oto gazê lîreyek û 31 quruş tê zêdekirin.

Bi bihayê nû re lîtreyeke oto gazê 17 lîreyên Tirkî derbas dike.

Daketina lîreyê Tirkî li beramber diravên biyanî û tevgera di bihayê petrolê de rasterast bandorê li nirxê sotemeniyê dike.

Ji 12ê şevê û pê de li Tikriye û Bakurê Kurdistanê her lîtreyek oto gaz (LPG) lîreyek û 31 quruş giran dibe.

Bi bihayê nû re lîtreya oto gazê li Stenbolê dibe 17 lîre 69 quruş, li Enqerê dibe 17 lîre 60 quruş û li Îzmîrê jî dibe 17 lîre 31 quruş.

Beriya hilbijartinên 14ê Gulanê lîtreya LPGyê li Tirkiyeyê bi 10 lîreyan bû, di nav 3 meh û nîvan de biha nêzîkî 2 qatan zêde bûye.