Rêveberiya Xweser nirxê kirîna pembo diyar kir

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê nirxê kirîna kîloyek pembo, ji cotkaran, bi 4 hezar û 300 lîreyên Sûrî destnîşan kir.

Hevserokê Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweser Mihemed el Dexîl ragihand ku, piştî danûstandin û gotûbêjan ligel berpirsên komîteyên çandinî û avdaniyê û cotkaran, wan nirxê kirîna pembo diyar kir.

Mihemed el Dexîl da zanîn ku nirxê kirîna pembo di mewsima heyî de bi 4 hezar û 300 lîreyên Sûriyê ji bo her kîloyekî, diyar kirine.

Mihemed el Dexîl wiha got: “Em gihiştin wê yekê ku, têçûya yek kîlograma pambo dike 2 hezar û 750 lîreyên Sûrî, êdî eger em sûda %30 lê zêde bikin, dike nêzîkî 3 hezar û 575 lîreyên Sûrî. Helbet weke piştgirî ji Rêveberiya Xweser, ji bo cotkaran, nirxê her yek kîlograma pembo, bi 4 hezar û 300 lîreyên Sûrî, hate destnîşankirin.”

Di mewsima borî de kirîna pembo bi 2 hezar û 500 lîreyên Sûriyê bû.